1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Nivîskarê Siûdî: Ti hêz nikare pêşiya serxwebûna Kurdistanê bigre
Nivîskarê Siûdî: Ti hêz nikare pêşiya serxwebûna Kurdistanê bigre

Nivîskarê Siûdî: Ti hêz nikare pêşiya serxwebûna Kurdistanê bigre

Nivîskarê Erebîstana Siûdî Tofîq Seyf di gotara xwe de mijara serxwebûnê nirxand û ragihand ku ti hêz nikare pêşiya serxwebûna Kurdistanê bigre.

A+A-

Nivîskarê Erebîstana Siûdî Tofîq Seyf di gotara xwe ya rojnameya Şerq-el Ewsedê de mijara serxwebûnê nirxand û got: "Divê hikûmeta Iraqê ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê rêyeke bi aqîlane bimeşîne û rêvebiriya Hewlêrê jî diyalogeke çareserî esas bigre."

Tofîq Seyf di berdewamiya nivîsa xwe de polîtîkayên tund ê Bexdayê li hemberî Kurdistanê rexne kir û got: "Mûeyîdeyên siyasî û ekonomîk ên dijî Kurdistanê wê ji xewna serxwebûna dûr naxe. Ti kes nikare Herêma Kurdistanê vegerîne sîstema berê ya federalî, ji bo ku rewşa kurdan a piştî referandûmê ji ya berê baştir e."

Piştî ku Herêma Kurdistanê di 25ê Îlonê de referandûma serxwebûnê li dar xist, hikûmeta navendî ya Bexdayê betalkirina firînên balafirxaneya Hewlêr û Silêmaniyê jî di nav de hinek mûeyîdeyên ekonomîk sepandibûn.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.