1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Nifûsa Kurdan teqîya!
Nifûsa Kurdan teqîya!

Nifûsa Kurdan teqîya!

A+A-

 

Eşkere bû ku li Tirkîyeyê di nava 2 salên paşîn de nifûs herî pirr li bajarên Kurdan bêtir bûye.

 

Li gora bultena Dezgeha Îstatîstîka Tirkîyeyê (TÜİK), Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) her sal li ser mijarên giring ên nifûsê temayek dide xuyandin.

Temaya îsal jî ḥeta wek ya sala çûyî bû “pîlankirina bûyîna zarokan”.

Zanyarîyên TÜİK-ê yên bûyîna zarokan û zewacê weha ne:

Li Tirkîyeyê di sala 2016ê de milyonek û 311 hezar û 895 bebekên zindî bûne,

Di 2017ê de Xwedê milyonek û 291 hezar û 55 bebek dane. Ji wan 51,3 kurrik, ji sedî 48,7 qîziķ-ķeçiķ bûne.

Ji sedî 17,9ê bebekan li Stenbolê, ji sedî 5,8ê bebekan li Anqereyê, ji sedî 5 ji wan li Rihayê û ji sedî 4,1 ji wan li Îzmîrê bûne.

Leza tevahîya zarokanînê di 2017ê de bi 4,29ê Riha, bi 3,72yê Şirnex, bi 3,60î Agirî, bi 3,39ê Mûş bûye.

Ya herî kêm jî bi 1,31ê Gumuşhane, bi 1,45ê Bartin, bi 1,46ê Edîrne, bi 1,48ê jî Zongûldak bûye.

Agirî bi 16,6ê bajarê bi zewaca zarokan pêşîk bûye. Dû re jî bi 16,1ê Mûş û bi 12,3yê Bedlîs bûye.

Zewaca herî kêm a zarokan a Dêrsimê 0,4, ya Rîzeyê 1,1 û ya Trabzonê 1,4 bûye.

Nifûsa serê her malbatê ya ku di 2012ê de 3,7 kes bûye di 2017ê de bûye 3,4 kes.

Li gora bajaran nifûsa serê her malbatê di 2017ê de li Şirnexê 6,4 kes bûye. Li Colemêrg û Rihayê 5,7 kes û Êliḥê 5,6 bûye.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

Etiketler : ,
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.