1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Neteweyên Yekbûyî çavdêriya rewşa Tunisê dike
Neteweyên Yekbûyî çavdêriya rewşa Tunisê dike

Neteweyên Yekbûyî çavdêriya rewşa Tunisê dike

A+A-

 Neteweyên Yekbûyî ragihandiye ku ew ji nêzîk ve çavdêriya rewşa Tunisê dikin û naxwazin rewşa siyasî ya wî welatî ber bi hilweşîn û tundûtûjiyê ve biçe.

Roja Duşembê 26ê Temûzê, piştî zêdebûna xwepêşandan û nerazîbûnan li Tunisê û daxwaza reforman, Qeys Seîd biryara dûrxistina serokwezîr û cemidandina parlamentoya welatê xwe da.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Farhan Haq di vê derbarê de got, Netweyên Yekbûyî ji nêzîk ve çavdêriya rewşa Tunisê bi giştî û herwiha daxwaz û nerazîbûnê xelkê dike.

Farhan Haq herwiha dibêje, navçe bi giştî xwe li ber tundûtûjiyeke din nagire, lewra naxwazin rewşa navxwe ya Tunisê têk biçe û hewl didin ji nêzîk ve ligel aliyên Tunisî kar bikin bo aramkirina rewşê bi rêya diyalogê.

Heq got, “Em gelekî ji nêzîk ve piştî daxuyaniya serok, çavdêriya rewşa Tunisê dikin. Daxwaz dikin. Daxwazê ji hemû aliyan dikin li ser xwe bin û ji bo mana rewşa giştî bi awayekî hemin ji tundûtûjiyê dûrbikevin. Divê hemû cudahî bi rêya diyalogê bên çareser kirin. Em hêvîdar in rewş aram bimîne, hewl didin kar ligel aliyên cuda bikin bo parastina rewşê, eşkere ye ku navçe bi wî awayî xwe li ber tundûtûjiyeke zêdetir nagire.”

Piştî xwepêşandanên Tunisê ji ber pirsgirêka darayî û herwiha bandorên bahora Coronayê, pirsgirêk ket nav hikûmetê û serokê welat jî hikûmet hilweşand.

Piştî wê pêngava serok jî beşek ji xwepêşanderan piştgiriya biryarê kirin, li beramber jî beşeke din ji xwepêşanderan û alîgirên Partiya Nehze ya desthilatdar, serokê Tunisê bi pêkanîna darbeyê li dijî hikûmetê tohmetbar dikin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.