1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Nêçîrvan Barzanî û Abdullah Gulî ji bo efûyeka giştî li hev nekir
Nêçîrvan Barzanî û Abdullah Gulî ji bo efûyeka giştî li hev nekir

Nêçîrvan Barzanî û Abdullah Gulî ji bo efûyeka giştî li hev nekir

A+A-

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî li Bexdayê digel serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gulî civiya û Nêçîrvan Barzanî got efûyeka giştî dê problema PKK-ê çareser bike lê belê Abdullah Gulî got meseleya efûyê meseleyeka nêvxweyî ya Tirkiyeyê ye û ew digel ti kesî wê meselê minaqeşe nakin.

Nêçîrvan Barzanî got PKK tenê parçeyek ji problemên herdu aliyan e û got gelek berjewendiyên dî yên mişterek yên herdu welatan hene û got:

— Ev hevdîtin ji bo xurtkirina têkiliyên di nêvbera herdu aliyan de gaveka pir mezin bû. Bêguman Tirkiye ji bo me welatekê pir giring e. Em dixwazin digel Tirkiyeyê têkiliyên baş çêkin. Di heman demê de jî em endîşeyên Tirkiyeyê jî fêm dikin.

Serokwezîrê Kurdistanê di heqê efûyeka giştî bo PKK-ê de got:

— Heger gaveka wiha bêt avêtin dê pir giring be. Dê ji bo çareserkirina problemê arîkariyeka zêde bike. Em destekê didin vê.

Lê belê serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul ne digel hindê y eko meseleya efûyeka giştî digel Kurdistanê yan welatekê dî minaqeşe bike û lewra Abdullah Gulî duhî got:

— Meseleya efûyê karê me bi xwe ye û em wê digel hinekên dî minaqeşe nakin. Ev bi temamî meseleyeka nêvxweyî ya Tirkiyeyê ye. Niho di vî warî de ne fikreka me û ne jî xebateka me heye.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul bi qasî seetûçarêkekê bi hev re civiyan û ev cara pêşiyê ye ko serokkomarê Tirkiyeyê digel berpirsê herî bilind yê hikûmeta Kurdistanê dicive.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.