1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Nêçîrvan Barzanî: Rêya bazara mezin a Tirkiyê ji Kurdistanê derbas dibe
Nêçîrvan Barzanî: Rêya bazara mezin a Tirkiyê ji Kurdistanê derbas dibe

Nêçîrvan Barzanî: Rêya bazara mezin a Tirkiyê ji Kurdistanê derbas dibe

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li gel Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê Mehmet Muş civiya û “amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina hemû hêsankariyeke pêwîst bo sermayeguzarî û bazirganiya Tirkiyê ya li gel Herêma Kurdistan û Iraqê nîşan da.”

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Nêçîrvan Barzanî “dûpat kir ku derfetên sermayeguzarî û verberhênana Tirkî li Herêma Kurdistanê gelek li bar û berfireh in û rêya bazara mezin a Iraqê ya ji bo bazirganiya Tirkiyê di Herêma Kurdistanê re derbas dibe, ji bo wê yekê stratejî û bîrkirina nû ya Tirkiye ya ji bo çawayiya berfirekirina warên bazirganî û çalakiyên aborî û veberhênanê li Herêma Kurdistan û Iraqê pêwîste ku li bazirganiyeke zêdetir, giraniyê bêxe ser veberhênanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê “tekezî li ser xwesta pêşxistina peywendiyên bazirganî û aborî yên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Tirkiye kir û hevra bûn ku pêwîst e hemû giriftên li ber berfirehkirina warên bazirganî û aboriyên di navbera her du aliyan de, bêne çareserkirin.”

Nêçîrvan Barzanî, peywendiya aborî û bazirganî ya Herêma Kurdistanê li gel Tirkiye “girîng û stratejîk” binav kir û yasaya veberhênana li Herêma Kurdistanê wek “yasayeke dostane da zanîn ku hana sermayeguzariya biyanî dide” û herwiha “amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşkêşkirina hemû hêsankariyeke pêwîst ya ji bo sermayeguzarî û bazirganiya Tirkiyê li gel Herêma Kurdistan û Iraqê nîşan da.”

Li gor daxuyaniyê, Wezîrê Bazirganiya Tirkiye Mehmet Muş jî “xwesta welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên bazirganî û berfirehkirina çalakiyên aborî yên li Herêma Kurdistanê dûpat kir û balkişand ser çend mînakeke serkeftiya veberhênan û sermayeguzariya Tirkî li welatên navçeyê ku bi heman awayî li Herêma Kurdistanê bê dûbarekirin, ji wê jî ber bi hemû navçeyên din ên Iraqê bê berfirehkirin.”

Herwiha li gor daxuyaniyê di civênê de ku hejmarek ji wezîr û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê û Balyozê Tirkiyê û şandeke Tirkî amade bûn, “bandorên pejika Corona ya li ser bazirganî û çalakiyên aborî, rêjeya bazirganî û hawirdekirina Tirkiye li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, sîstema bankdarî û şandin û veguhestina pereyan, dadgeha bazirganî, geştiyarî û çend pirsên din hatin guftûgokirin.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.