1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Navbera hêzên Hindistan û Pakistanê de şer: 10 kuştî
Navbera hêzên Hindistan û Pakistanê de şer: 10 kuştî

Navbera hêzên Hindistan û Pakistanê de şer: 10 kuştî

A+A-

 Li Cammu Keşmîrê di navbera leşkerên Hindistanî û Pakistanî de şer derketiye û di encamê de ji herdu aliyan 8 leşker û 2 sivîl hatine kuştin.

 

Li gor medya Pakistanê, artêşa wî welatî ragihandiye ku li Xeta Kontrolê ya Keşmîrê, li nêzikî bajarokê Leepa, pevçûn di navbera hêzên Hindistanê rû da ye. Hatiye îddîakirin pêşiyê ji aliyê Hindistanê gule li hêzên Pakistanî hatine reşandin û hêzên wan jî bersiv dayîne.

 

Hatiye gotin ku di encama wî şerî de 5 leşkerên Hindistanê û 3 leşkerên Pakistanê hatine kuştin.

 

Herwiha hatiye gotin ku di encama ketina mûşekekê bo gundê Poonch ê Pakistanê 2 sivîlan canê xwe ji dest dane.

 

Hindistanê 5ê Tebaxê, statûya taybet ya Cammu Keşmîrê rakiribû.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.