1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. NATO îro li ser daxwaza Tirkiyê dicive
NATO îro li ser daxwaza Tirkiyê dicive

NATO îro li ser daxwaza Tirkiyê dicive

A+A-

Piştî ku di êrîşekê de li Idlibê 33 serbazên Tirkiyê hatin kuştin, îro Înê Rêxistina Hevpeymaniya Antalntîka Bakur (NATO) li ser daxwaza Tirkiyê dicive.

Berdevkê hikûmeta Tirkiyê, Omer Çelîk ragihand, ku Tirkiyê daxwaz ji NATO kiriye ku têkildarî êrîşa li ser hêzên wî welatî û gotûbêjkirina rewşa Idlibê bicive.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî duh şev bi Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg re pêwendiyeke telefonî pêk anî.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, Çavuşoglu di vê pêwendiya telefonî de têkildarî êrîşa li ser hêzên wî welatî zanyarî dane Sekreterê Giştî yê NATOyê û daxwaza lidarxistina civîneke bilez a şêwirê ya NATOyê kiriye.

Jens Stoltenberg jî di vê pêwendiyê de êrîşa li dijî hêzên Tirkiyê şermezar kir û daxwaz kir, ku ew êrîş bêne rawestandin.

Berdevkê hikûmeta Tirkiyê, Omer Çelîk da xuyakirin, ku êrîşa li Idlibê ya bo ser hêzên Tirkiyê, tê wateya ragihandina şer li dijî Tirkiyê û tekez kir, ji niha pê ve hêzên Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve wek dijmin tên hesibandin û dê pêgehên artêşa Sûriyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bibin armanc.

Li aliyekê din, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî derbarê rewşa Idlibê de pêwendiyeke telefonî li gel Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper encam da.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.