1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Mûsil weke sala 2014an liber ketinêye!
Mûsil weke sala 2014an liber ketinêye!

Mûsil weke sala 2014an liber ketinêye!

Weke êvareke sala 2014an Artêşa Iraqê bajarê Mûsilê radestî terorîstên DAIŞê kiribû dîsa çalakiyên DAIŞê li Mûsilê zêde bûne.

A+A-

 

Berpirsê PDKê yê Liqa Şengalê aşkere dike ku egera wê yekê heye ku DAIŞ dûbare Mûsilê bigire û di egereke wisa de Heşdî Şabî û PKK nikarin berevaniyê di ber xelk û bajêr de bikin.

 

Di van dmeên dawiyê da Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir û Serok Barzanî behsa metirsiya DAIŞê kirin. Herwiha Serok Barzanî ji rojnamevanan ra aşkere kirbû ku hokarên peydabûna DAIŞê ji holê ranebûne. Jiber wê çendê jî kaneyên DAIŞê her wekî xwe mane.

Rojnamegerên li herêmê amaje bi wê yekê dikin ku tevgera DAIŞê li Mûsilê zêde bûye û mümküne senoryaya sala 2014an dubare bibe û Artêşa Iraqê weke sala 2014an dîsa bajêr radestî DAIŞê bike û bajêr çol bike.

Ligor raportên rojnamegerên li herêmê li hin taxên Mûsilê bajar êvaran dikevin bin kontrola DAIŞê û Artêşa Iraqê ji nava bajêr derdikeve û ew curreta Heşdî Şabî û artêşê tuneye dijî wê tevgerê biwestin.

Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Berpirsê PDKê yê Liqa Şengalê Qadir Qaçax, ji heftenameya Basê ra aşkere kir tevgera DAIŞê li navçeyê zêde bûye. Herwisa metirsî liser Zûnar û Şengalê heye. Lewre çekdarên DAIŞê bi azadî din ava sînorê Iraqê û Sûriyê da diçin û tên. Qaçax amaje bi wê yekê jî kir ku Pêşmerge li navçeyê nemaye û Heşdî Şabî û PKK li navçeyê ye û ew nikarin xelkê biparêzin.

Etiketler : ,
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.