1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Muqteda Sedir hişyariyek tund da Amerîkayê
Muqteda Sedir hişyariyek tund da Amerîkayê

Muqteda Sedir hişyariyek tund da Amerîkayê

A+A-

Rêberê Tevgera Serdir, Muqteda Sedir ragihand, ew rê nadin ku Amerîka suwarî pêlên nerazîtiyên Iraqê bibe û wî welatî weke Sûriyê bike qadeke din a hevrikiyan.

Sedir di twîttekê de nivîsriye, careke din hate selmandin ku “Amerîkaya dagîrker” destêwerdana xirab di karûbarên Iraqê de dike. Sedir Amerîka tometbar dike ku gendelkar birine nav desthilata Iraqê de.

Rêberê Tevgera Sedir dibêje, wan daxwaza hilbijartinên pêşwext kiriye, lê eger ew hilbijartin bi serpereştiya Amerîkayê be, ew bêdeng nemînin û rê nadin Amerîka suwarî pêlên xwepêşandan û nerazîbûnên li Iraqê bibe. 

Muqteda Sedir herwiha tekez dike, ku eger careke din Amerîka destêwerdanê bike, ew dê bibe dawiya wê û bi riya xwepêşandanên milyonî ew dê rasterast fermana derketina Amerîkiyan bidin.

Ew zêdetirî 40 rojan e ku xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî hikûmetê li Bexda ya paytext û hejmarek bajarên başûrê Iraqê berdewam in. Di tundûtîjiyên xwepêşandanan de ku ji destpêka meha bihorî ve dest pê kiriye, li gor Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan li Iraqê, 301 kes ji xwepêşanderan hatine kuştin û zêdetir ji 15 hezar kes jî birîndar bûne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.