1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Muqteda Sedir daxwaza hilweşandina hikûmeta Iraqê kir
Muqteda Sedir daxwaza hilweşandina hikûmeta Iraqê kir

Muqteda Sedir daxwaza hilweşandina hikûmeta Iraqê kir

A+A-

Muqteda Sedir daxwaza hilweşandina hikûmeta Iraqê û encamdana hilbijartinên pêşwext kir.

Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir daxuyaniyeke nivîskî derbarê xwepêşandanên li Bexda û bajarên din ên Iraqê belav kir û daxwaza destjikarkişandina hikûmeta Iraqê kir.

Muqteda Sedir ragihand, ji bo parastina xwîna Iraqiyan, pêwîst e hikûmet were hilweşandin û hilbijartinên pêşwext bêne lidarxistin.

Sedir herwiha dibêje, rijandina xwîna Iraqiyan û kuştina welatiyan, tişteke ku bêdengiya li hember wê nayê qebûlkirin.

Serkirdeyê Tevgera Sedir, Hakim Zamlî ji Rûdawê re axivî û ew banga Muqteda Sedir a ji bo hilweşandina hikûmeta Iraqê piştrast kir.

Li Bexda û beşeke parêzgehên din ên Iraqê ev 4 roj e, xwepêşandanan berdewam dikin û di wan xwepêşandanan de ji xwepêşander û hêzên emnî, heta niha 41 kesan canê xwe ji dest dane û 2 hezar 43 kes jî birîndar bûne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.