1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Moskow – Enqere rewşa Îdlîbê gotûbêj dikin
Moskow – Enqere rewşa Îdlîbê gotûbêj dikin

Moskow – Enqere rewşa Îdlîbê gotûbêj dikin

Îro şandeka Rûsyayê ya ji Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev û Cîgirê Wezîrê Derve Sergey Verşinin pêk dihat serdana Tirkiyê kir û derbarê Sûriyê de li Enqerê hevdîtin pêkanîn.

A+A-

 

Ligor medyaya Tirkiyê ragihandiye şanda Rûsyayê li Enqerê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirikyê Sedat Onal re hevdîtin kiriye.

 

Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser hevdîtinê da xuyakirin, geşedanên dawî yên li Sûriyê hatine gotûbêjkirin ku herwiha li ser xebatên komîteya destûra Sûriyê danûstandin hatiye kirin.

Li aliyê din 14 Sibatê li Soçiyê civîna sêqolî ya Rûsya-Tirkiye-Îranê li ser Sûriyê tê kirin ku niha mijara sereke ya danûstandinên Rûsya-Tirkiyê rewşa Îdlibê ye. Medyaya Tirkiyê amaje bi wê yekê dike ku wê Rûsya û Tirkiye dijî HTŞê operasyoneke hevpar li Îdlîbê pêk bînin.

Heyet Teharîrûş Şam (HTŞ) ji %70 bajarê Îdlîbê kontrol kiriye û şerê komên Artêşa Azad ên ser bi Tirkiyê dike.

Etiketler :

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.