1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Mizgeft li gor tedbîran hatin vekirin
Mizgeft li gor tedbîran hatin vekirin

Mizgeft li gor tedbîran hatin vekirin

Li gor mercên tenduristîyê û tendirustiyê xweparêziyê, mizgeft li seranserî Herêma Kurdistanê hatin vekirin. Tenê di navenda Hewlêrê 400 mizgeft hatin vekirin. Vekirina wan jî tenê bo nimêjên ferz dibe.

A+A-

 

Kesên diçin mizgeftan bo nimêjan divê pêdawîstîyên xwepaerêzîyê bikarbihînin û dûrî di navbera xwe de biparêzin, da ku xwe biparêzin ji vîrusa Koronayê.

Tenê li rojên înê li seranserî Herêma Kurdistanê zêdetir ji yek milyon musilman li Kurdistanê serdana mizgeftan dikin. Heya niha biryar tenê bo encamdan nimêja bi kom e û hêj biryar bo encamdana nimêja înê nehatîye dayin.

Di vê derbarê de, Serokê Liqa Hewlêrê yê Yekîtiya Zanayên Dînî Şêx Niyaz Şêx Raxib Neqbendî, ji Kurdistan24ê re dibêje yekîtiya me mijûlî danana mîkanizmeka guncayî ye,  da ku di ayînde de mizgeftan li rojên înê jî vekin.

Vekirina mizgeftan li seranserî Herêma Kurdistanê, biryar Komîte ya Bilinda Berengarbûna Koronayê ye, ev biryar jî wek pêwîstî û daxwazîya pişkeka mezin ji hevwelatîtan bû. Tevî vê yekê jî, pêwîste ewên diçin mizgeftê bo nimêjan, mizgeftan pakij ragirin û pabendên rênimayîyên tenduristî û rêkarên xweparêzîyê bin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.