1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Misir û Sûdanê derbarê bendava Nehze de bang li NYê kirin
Misir û Sûdanê derbarê bendava Nehze de bang li NYê kirin

Misir û Sûdanê derbarê bendava Nehze de bang li NYê kirin

A+A-

Misir û Sûdan ji bo çareserkirina pirsgirêka bendava Nehze ya li gel Etiyopya daxwaza alîkariyê ji Netewên Yekbûyî (NY) dikin.

Bendava Nehze ya li rojavayê Etiyopya; ji aliyê qebareyê ve yekem ya Afrîka û heftem ya cîhanê ye û ji destpêka çêkirina wê di sala 2011an de, nakokiyên di navbera Etiyopya û Misrê de zêde bûne. 

Bendav li ser roberê  Nîlê hatiye çêkirin û ji sedî٪80ê ya wê temam bûye û biryare di sala 2023ê de bi dawî bibe.

Berpirsên Etiyopya pêşbînî dikin ku 5 milyar dolar lê biçin. 

Hikûmeta Etiyopya bendavê ji bo pêşxistina aboriya welat bi pêwîstî dizane, lê Misir çêkirina bendavê wek gefek li ser ewlehiya ava xwe dibîne, ji ber ku girtina   ava Nîlê, tê wateya hişkkirina sedî 90 ya ava vexwarinê û çandiniya Misrê

Di civîna Encûmena Ewlehiya Navdewletî, roja pênşema derbasbûyî, Wezîrê Derve yê Misrê çêkirina bendavê bi gef bi nav kir û daxwaza ji encûmenê kir  hevkar be ku rêkeftinek pabendker di navbera Misir, Etiyopya û Sûdanê de bê îmzekirin, ji bo wê ku bendav ziyanê negihîne tu welatekê.

Samh Şukrî, Wezîrê Derve yê Misiriê, “Di pêngavek din ya bi serê xwe, Etiyopya roja 5î Tîrmehê, wate sê roj berî vê civînê ragihand ku dest bi qonaxa duyem ya pirkirina bendava Nehze kiriye bê ku rêkeftineke hebe. Ev pêngavên yekalî ne ku tenê kêmterxemiya Etiyopya li hember ziyana pirkirina bendavê bi Misirê û Sûdanê pêşan dide, belku meremek xirab ya wî welatî jî pêşan dide ji bo wê ku xwesteka xwe bisepîne û xwestekên giştî yên civaka navdewletî binpêbike.”

Etiyopya red dike ku tijîkirina bendavê bisekinîne û di wê bawerê de ye mafê xwe yê bo hilberîna elektrîkê bikarbîne.

Selşî Bekele, Wezîrê Avdaniya Etiyopya, “Em di wê bawerê de,  bi Etiyopya wisa ye ku bikaranîna vê demê û Encûmena Ewlehiyê ji bo gotûbêjkirina li ser bendava Nehze, guncav nîne. Herwiha min nigeraniyên welatê xwe nîşan dane. Ez dûbare bikim, em li vir miamele ligel bendavekê hilberîna elektrîkê dikin. Em wêstgehek atomî çênakin. Ev ne yekem bendave li Afrîka û cîhanê tê çêkirin”

Niha Etiyopya şiyana hilberîna 4 hezar megawatên elektrîkê heye. Eger bendav temam bibe, ew dikare 6 hezar megawatên din  hilberîne. Ev jî ne tenê têra hemû akinciyên Etiyopya dike, belku têra hinardekirina welatên din jî dike.

Sûdan yek ji wan welatan e ku wek çavkaniyên serekiyên avê, pişta xwe bi robarê Nîlê ve girêdide. Ew jî ji aliyekê ve bendavê wek gef dizane, lê ji aliyek din jî bi başî dibîne bo rêgiritina li ber lehiyê. Her wiha çav li wê ye ku elektrîkê bi nirxek kêm ji Etiyopya bikire. Xertum di vê pirsê de weku navbeynkar di navbera Etiyopya û Misrê de rol dilîze.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.