1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Mîrê kurd Dengîr Mîr Mehmet Firatî îdareya TRT Şeşê da ber topan
Mîrê kurd Dengîr Mîr Mehmet Firatî îdareya TRT Şeşê da ber topan

Mîrê kurd Dengîr Mîr Mehmet Firatî îdareya TRT Şeşê da ber topan

A+A-

Mîrê kurd û hîmê giran yê AKP-ê Dengîr Mîr Mehmet Firatî îro di hevpeyvîneka digel rojnameya Vatana tirkî de îdareya kanala kurdî TRT Şeşê da ber topan û got ew wisa dikin ko kurd berê parabolên xwe ji Turksatê û TRT Şeşê vegerînin û bêyî ko navî bide got programa Dengê Ronî ya ko ketiye cihê programa Rojînê berbat e.

Dengîr Mîr Mehmet Firatî got wî bi xwe jî li TRT-6-ê temaşa dikir lê belê hêdî zewqa wî ya temaşekirina wê kanalê nemaye û got:

— TRT Şeş bi rastî gaveka mezin e. Ew proseseka wisa ye ko tansiyonê dadixe û danûstandina di nêvbera mirovan de normalîze dike. Lê belê divêt mirov wisa neke ko xelk hêdî li TRT Şeşê temaşa nekin. Ev dê ji bo Tirkiyeyê xiyaneteka mezin be.

Dengîr Mîr Mehmet Firat di heqê programa Dengê Ronî ya ko Guler Işik pêşkêş dike de jî got:

— Kurdî nizane. Mirovên wisa anîne programê ko ez jê ecêbgirtî bûm. Bo nimûne yekî behsa çêkirina ”çîkofteyê” dikir û digot ”Bu normale…” [yanî tenê lêkera ”e” kurdî bû”]. Mirov piraniya axaftinên di programê de fêm dike ji ber ji çaran sê bi tirkî ye.

Di heqê îstifakirina Rojînê de jî Dengîr Mîr Mehmet Firatî got:

— Îstifakirina wê ne karekê rast bû. Carekê divêt mirov guhê xwe bide Rojînê. Paşê gelo programa ko ket şûna wê cihê wê dagirt. Binêre, di dema hilbijartinan de min li Başûrê Rojhilatê [devera kurdnişîn] ev dît: Li her malekê parabolek (sêlik) heye. Piraniya wan berê xwe dabûn Turksatê. Heger ew ji Turksatê berê xwe bidin aliyekê dî hêdî ne mimkin e ko hon careka dî wan vegerînin. (Têbîniya edîtorî: Demekê li başûrê rojhilatê berê antenan li gor Roj TV hatibû eyar kirin.) Hingê dê bawerî bi dewletê nemîne.

— Di stoyê birêveberên TRT Şeşê de webaleka mezin heye. Divêt ew programên pir xudankalîte, bêteref û mirovan tetmîn bikin bêxin wê kanalê. Yan ne bi danîna tixûb û qedexeyan li gor hişê birêveberên li wêderê û avakirina TRT Şeşeka li gor dinyaya di serê wan de û vegerandina berê parabolan bo aliyekê dî ew programên herî spehî yên dinyayê jî çêkin xelk careka dî li wan venagere. Ew [birêveberên kanalê] di bin webaleka mezin de ne. Bi kurdiyeka ”normale” xelk li wê kanalê temaşa nakin. Min li TRT Şeşê temaşa dikir, min jî dest pê kir ko hêdî temaşa nekim ji ber ya ko wê programê bi rêve dibe ne kurdî û ne jî tirkî dizane.

Dengîr Mîr Mehmet Firat mîr û pîrê siyasetê û ji familyeyeka mîrên kurdên Semsûrê (Adiyeman) ye û di AKP-ê de cihê gotina wî giran e.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.