1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Mîranî: Rastîyên 16ê Çîrîya Pêşîn nikarin werin veşartin
Mîranî: Rastîyên 16ê Çîrîya Pêşîn nikarin werin veşartin

Mîranî: Rastîyên 16ê Çîrîya Pêşîn nikarin werin veşartin

A+A-

 

Fazil Mîranîyê sekreterê nivîsîngeha siyasî ya Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) got gel, rastîya 16ê Çîrîya Pêşîn dizane û ew nikare were veşartin.

 

Mîranî di kombûna li qezaya Seyîdsadiqa Silêmanîyê de axaft: “Dîplomasîya PDKê pîlanên nîyetxeraban têk bir. Kerkûk jî dikare were parastin. Gel, rastîyên 16ê Çîrîya Pêşîn dizane, nikarin werin veşartin.

Teşqeleya me Malikî, Ebadî, Ellawî, Ceʕferî nînin, zihnîyeta qebûlnekirina Kurdan e. PDK bi awayekî xurt tevlî vê bijartinê dibe, eger PDK xurt be Kurdistan xurt e.

Partî û dostên me divên ji bo parastina bidestketîyên me gazinan daynin alîyekî û tevlî bijartinên piştî 5 rojan bibin. Em wek PDK wehan in û êm ê sibêro jî weha bin. Divê em di nava xwe de bimerḥemet bin, li dijî neyarî bi xurtî rawestin.”

Li Îraqê dê bijartinên tevahî di 12ê Gulanê de werin kirin.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.