1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Mihrîcana Çand Huner û Geştiyariyê ya Ehmedê Xanî
Mihrîcana Çand Huner û Geştiyariyê ya Ehmedê Xanî

Mihrîcana Çand Huner û Geştiyariyê ya Ehmedê Xanî

Wezîrê Çand û Geştiyariyê Kurtulmuş: "Hinek caran ji bo pêkanîna aşitiyê gelek fîdakariyên mezin lazim in. Berdêla aşitiyê hinek caran ji berdêla cengê girantir e. Berdêla selametê ji berdêla şer girantir e."

A+A-

Wezîrê Çand û Geştiyariyê Nûman Kurtulmuş got, "Hinek caran ji bo pêkanîna aşitiyê gelek fîdakariyên mezin lazim in. Berdêla aşitiyê hinek caran ji berdêla cengê girantir e. Berdêla selametê ji berdêla şer girantir e. Lê me ew berdêl da û emê berdewam jî bin. Emê dîsan vî welatî bikin welatê selametê. Wê her kes bi serbestî di nav selametê de li welatî bigere."

Wezîrê Çand û Geştiyariyê Kurtulmuş beşdarî Mihrîcana Çand Huner û Geştiyariyê ya Ehmedê Xanî ya ku ji aliyê Şaredariya Bazîdê bi piştevaniya Şaredariya Înegolê hat lidarxistin, bû.
Mihrîcana ku nêzîkî gora Ehmedê Xanî ya ku li hember Qesra Îshaq Paşa ye hat lidarxistin, bi xwendina Qurana Pîroz, Îlahî û mewlûda kurmancî dest pê kir.

Kurtulmuşê Wezîr di axaftina xwe ya li vêderê de, anî ziman ku Tirkiye di erdnîgara ku tê de ye, mîrata şaristanî û çandeke mezin e û Bazîd jî cihek e ku xwediyê wê çanda berfireh e.

Wezîrê Çand û Geştiyariyê bibîr anî ku li Bazîdê û li teveka vê erdnîgariyê yên weke Ehmedê Xanî, Mela Ehmedê Cezerî, Feqiyê Teyran, Mela Hisênê Bateyî û gelekê din, derkertine û van kesayetiyan bi berhemên û şahkarên xwe, bi hizir û dergahên xwe yên ilmî di nava kaniyên ilm de reng vedane.

"Ev deynê me yê wefayê ye ku vê axê baştir û bedewtir bikin"

Kurtulmuş destnîşan kir ku destnîşan kir ku dixwazin dubare van deran şên bikin û derbarê xebatên çandî yên li navçeyê wiha axivî, "Ev deynê me yê wefayê ye ku divê em ji bo vê axê bikin. Em van dikin û emê yê baştir û bedewtir bikin."

Kurtulmuş ji Mem û Zîna Ehmedê Xanî beyta "Lê aşiq û bil hewes cida ne / Hin faîdexwaz û hin fîda ne" xwend û wiha pê de çû:

"Em mirovên aşiq in. Em ne heweskar in. Em aşiqê vî welatî, yê mirovên vî welatî ne. Em aşiqê vê erdnîgarî û şaristaniyê, yê vê çandê ne. Em aşiqê rabirdûya xwe welhasilî em aşiqê temamê vê axê ne. Ji ber vê ti qîmeta meqam û mewqî, şan û şohretê, pere û dirav ji bo tune. Ji bo xizmet heye, xizmeta gel deriyê xizmeta Heq e. Me kitêba Feqiyê Teyran bi zimanê kurdî çap kir, bi vî ne tenê me xizmeta birayên xwe yên kurdîaxêv kir, bi vê kirinê me ji bo wergirtina rizaya Heq, me gav avêtin."

Kurtulmuş herwiha got, "Hinek caran ji bo pêkanîna aşitiyê gelek fîdakariyên mezin lazim in. Berdêla aşitiyê hinek caran ji berdêla cengê girantir e. Berdêla selametê ji berdêla şer girantir e. Lê me ew berdêl da û emê berdewam jî bin. Emê dîsan vî welatî bikin welatê selametê. Wê her kes bi serbestî di nav selametê de li welatî bigere."

"Emê dubare wê çand û îqlîma Bidlîs, Xelat, Mûradiye û Bazîdê vejînin, bila gumana ti kesî jê nebe"

Kurtulmuş bal kişand ser medreseyên serdema Ehmedê Xanî û got, "Ev kes di vê erdnîgariyê de gihîşt. Axa û îqlîma vî welatî bi bereket e. Emê dubare wê çand û îqlîma Bidlîs, Xelat, Mûradiye û Bazîdê vejînin, bila gumana ti kesî jê nebe."

Wezîr Kurtulmuş bibîr anî ku Ehmedê Xanî bi çar zimanan diaxivî û dinivîsand û wiha pê de çû:

"Ziman herwiha tê wateya "dil" em kîjan zimanî biaxivin jî wê aşitî û mirovahî were ser zimanê me. Çimkî em dizanin ku yên ku cihê aşitî û selametê di dilê wan de tune be, aşitî û selamet nayê ser zimanên wan. Heger bîne ziman jî ti wateya wê, wê tune be."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.