1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Mihemed Tofîq Ellawî ji pêkanîna hikûmetê vekişiya
Mihemed Tofîq Ellawî ji pêkanîna hikûmetê vekişiya

Mihemed Tofîq Ellawî ji pêkanîna hikûmetê vekişiya

A+A-

Serokwezîrê erkdarkirî yê Iraqê yê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê, Mihemed Tofîq Ellawî bi fermî ji pêkanîna kabîneyê vekişiya û ragihand, wî nameya vekişîna xwe ji vî erkî radestê Serokomar kiriye.

Mihemed Tofîq Ellawî di du twîttan de ev biryara xwe aşkere kir û ragihand, wî di navbera posta serokwezîran û gel de, aliyê gel hilbijartiye.

Ellawî dibêje: “Bijarde sade û zelal e ku ez bi gelê xwe yê xweragir re me, bi taybet dema min dît hin aliyên siyasî di meseleya reforman de û bicihanîna sozên xwe yên li hember gel nerastgo ne û astengî xistin pêşiya avakirina hikûmeteke serbixwe ku ji bo niştiman bixebite.”

Ev biryara Ellawî di demekê de ye, ku roja Duşemê dawî derfeta wî bû ku kabîneya xwe pêşkêşî parlamentoyê bike.

Îro biryar bû ku parlamentoya Iraqê ji bo bawerîdan an bawerînedana bi kabîneya Ellawî bicive, lê belê ji ber temamnebûna rêjeya yasayî, civîn nehat pêkanîn.

Li aliyekê din, Serokomariya Iraqê ragihand, wan her ji niha ve li gel aliyên siyasî dest bi şêwiran kirine, ji bo destnîşankirina kesekî din bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmet.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.