1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Mezlûm-Der dixwaze ko zarokên kurdan heroj sonda tirkîtiyê nexwînin
Mezlûm-Der dixwaze ko zarokên kurdan heroj sonda tirkîtiyê nexwînin

Mezlûm-Der dixwaze ko zarokên kurdan heroj sonda tirkîtiyê nexwînin

A+A-

Şaxê Diyarbekirê yê Komeleya Mezlûman (Mazlum-Der) ji bo rakirina “Sonda me – Andımız” ko heroj li dibistanan bi xwendekaran didin xwendin dest bi kampanyayeka berhevkirina îmzayan kir.

Mazlum-Derê li ber plazaya AZC-ê ya taxa Ofîsê ya Diyarbekirê standek vekir û ji xelkê xwest ko bi îmzayên xwe piştgiriya vê kampanyayê bikin da ev sirûda bi navê “Sonda me” ko ji her gotin û hevokên wê nijadperestiya tirkîtiyê dibare bêt rakirin. Birêvebirên komeleyê got ew îmzayên ko dê bên berhev kirin dê ji Wezareta perwerdeyê ya Tirkiyeyê re bên rêkirin û bixwazin ko ev sirûd bi tevahî bê rakirin.

Mazlum-Derê bi daxuyaniyekê diyar kir ko ev sirûda bi navê “Sonda me” ko rojê carekê li dibistanên destpêkê bi zarokên xwendekar didin xwendin, bi gotina “Ez tirk im” dest pê dike, bi hevokên wek “hebûna min diyarî ye ji hebûna tirk re”, “Ey Ataturkê mezin! Ez sond dixwim ko ez dê di şopa te de û bêrawestan ber bi hedefên ko te nîşan dane ve bimeşim” didome û bi hevoka “Bextewarî ji wî kesî re be ko bêje ez tirk im” bi dawî dibe.

Di berdewamiya daxuyaniyê de Mazlum-Derê weha got:

— Yek ji van gotinên vê sirûda ko nijadperestî jê dibare jî li pirrengiya Komara Tirkiyeyê nayê. Bi van îfadeyên di vê sirûdê de nijada “tirk” esas hatiye giritin, hemî nasnameyên etnîkî yên dî ko li Tirkiyeyê dijîn hatine piştguh kirin û înkar kirin û heta mirov dikare bêje ko bi van îfadeyan dixwazin ligel helandina kêmneteweyên dî hebûna “dewleta îdeolojîk” bixin bin mejiyê zarokên biçûk. Bi vê mebestê em ji Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê daxwaz dikin ko di despêka vekirina dibistanan ya îsal de ev sirûda ko pirrengiya Tirkiyeyê qebûl nake ji bernameyê were derxistin.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.