1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Mesûd Barzanî vegeriya Kurdistanê – rêya Bexdayê û Hewlêrê vekirî ye
Mesûd Barzanî vegeriya Kurdistanê – rêya Bexdayê û Hewlêrê vekirî ye

Mesûd Barzanî vegeriya Kurdistanê – rêya Bexdayê û Hewlêrê vekirî ye

A+A-

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî ji sefera xwe ya bo Kuwêtê û Qeterê vegeriya Kurdistanê. Li gor rojnameya El-Şerq ya qeterî Mesûd Barzanî li Dohayê behsa têkiliyên Hewlêrê û Bexdayê kir û got rêya di nêvbera herdu paytextan de vekirî ye.

Peymanêr gotinên serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî yên ji rojnameya qeterî wiha vediguhoze:

— Rêya nêvbera herêma Kurdistanê û Bexdayê vekirî ye û nakokî nabin binasê girtina vê rêyê. Ji bo van nakokîyan jî me pênc komîte pêk anîne, da ko lêkolînan li ser wan dosyayên esasî bikin.

nefel

— Nakokîyên nêvbera herêma Kurdistanê û Bexdayê, ne tenê li ser pirsên girêdayî herêma Kurdistanê ne, ew girêdayî pirsa desthilatdarîyê, demokrasîyê, destûrê, peymanên heyî û beşdarbûna di Iraqa nû de ne. Projeya me jî projeyeka iraqî ye û ne tenê projeyeka kurdî ye. Em li hêvîya encamên karên wan pênc komîteyan in û em hêvîdar in ko ew nakokî nemînin.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.