1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Mesûd Barzanî kiryara terorê ya li Kerkûkê şermezar kir
Mesûd Barzanî kiryara terorê ya li Kerkûkê şermezar kir

Mesûd Barzanî kiryara terorê ya li Kerkûkê şermezar kir

A+A-

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi daxuyaniyeka nivîskî kiryara duhî ya terorê ya li nehiyeya Tazeyê ya Kerkûkê bi dijwarî şermezar kir. Di teqîna duhî de zêdetirî 70 kesan hatin kuştin û zêdetirî 200 kesan jî birîndar bûn.

Teksta daxuyaniya serokê Kurdistanê wiha ye:

***

Em bi navê gelê Kurdistanê wê kiryara terorîstî ya roja şemiyê ya rêkefta 20/6 2009-ê ya li bajaroka Tazeyê şermezar û riswa dikin. Terorîstan careke dî bi rêya xwekujiyê êriş kir ser Huseyniyeyê ya vî bajarokî û bi dehan welatî şehîd û birîndar kirin ko zêdetirê wan jî birayên tirkmen in.

Diyar e amanca vê kiryara terorîstî bi mebesta têkdana biratî, aştî û pêkvejiyana li navbera pêkhatên cida cida yên Iraqê ye û di hember de em gelek bi dijwarî tawanên bi vî awayî şermezar û riswa dikîn.

Ji bo vê yekê jî bi xemgînî sersaxiyê li malbatên şehîd yên vê tawanê dikin û hêviya başbûneke bi lezgîn jî ji bo birîndarên vê teqîna xwekûjiyê dixwazin. Daxwazê ji hemî dezgehên tendirûstî û aliyên peywendîdar yên herêma Kurdistanê jî dikim ko ji bo pêşwazîkirina li birîndarên vê karesatê di amadebaşiyê de bin.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar in ko şehîdên vê kiryara terorîstî bi bihûşta berîn û fireh şad bike.

20/6 2009

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.