1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Mesûd Barzanî: Kerkûk bi petrol û axa xwe ve beşek ji herêma Kurdistanê ye
Mesûd Barzanî: Kerkûk bi petrol û axa xwe ve beşek ji herêma Kurdistanê ye

Mesûd Barzanî: Kerkûk bi petrol û axa xwe ve beşek ji herêma Kurdistanê ye

A+A-

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî li Hewlêrê digel wezîrê derve yê Belçîkayê Karel De Guchtî civiya û paşê di preskonferansekê de got Kerkûk bi petrol û axa xwe ve beşek ji Kurdistanê ye lê belê qezenca ji petrolê bo hemî xelkê Iraqê ye.

Li gor Pukmediayê li ser pirsa rojnamegerekî ko got “gelo bîrên petrolê yên Kerkûkê beşek in ji bîrên petrolê yên Kurdistanê an Iraqê?” serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî got:

— Li gor destûrê hatiye tesbît kirin ko qezenca petrol û jêderên siruştî ji bo hemî gelên Iraqê ye lê belê Kerkûk digel petrol û jêderên sirûştî û axa xwe beşek e ji herêma Kurdistanê.

Wezîrê derve yê Belçîkayê Karel De Guchtî jî behsa sîstema federal y aBelçîkayê kir û got:

— Belçîka wek dewleteke federal pûteyê bi Iraqê dide. Bi ya Belçîkayê di Iraqê de du neteweyên sereke hene. Ew jî kurd û ereb in. Lewra me pêdivî dît digel berpirsên herêma Kurdistanê bicivin. Herçend tetbîqkirina sîstema federal ne karekî hêsanî ye jî pêwist e ko hewl bêt dayîn da herêmên federal li Iraqê zêde bibin ji ber hejmara navçeyên herêmî çiqas bên zêde kirin dê sîstema federal jî hewqasê zêdetir binecih bibe.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.