1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Mesûd Barzanî ji ereban re: Êdî bes e xwînrêtin û malwêranî û koçberî
Mesûd Barzanî ji ereban re: Êdî bes e xwînrêtin û malwêranî û koçberî

Mesûd Barzanî ji ereban re: Êdî bes e xwînrêtin û malwêranî û koçberî

A+A-

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêr li Hewlêrê digel şexsiyetên naskirî yên derdora Mûsilê civiya û got kurd dixwazin xizmeta ewlekariya Mûsilê û bihevrejiyana ereban, kurdan û gurpên dî yên etnîkî bikin û got heta niho li Mûsilê 2 000 tenê ji ber ko kurd in hatine kuştin.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêr bi amadebûna sekreterê polîtburoya PDK-ê Fazil Mîranî, endamên polîtburoya YNK-ê Sedî Ehmed Pîre, berpirsê liqa PDK-ê ya li Mûsilê Xesrew Goran û berpirsê malbenda rêxistina YNK-ê ya Neynewayê Herêm Kemal Axa bi serokeşîr û kesayetiyên navdar yên Hezer, Tilkêf, Şêxan, Hemdaniye û Deşta Mûsilê re civiya.

Di civînê de ko li bajarê Hewlêrê hate saz kirin, destpêkê Xesrew Goran bi navê malbenda rêxistina YNK-ê ya Neynewayê û liqa PDK-ê ya li Mûsilê bixêrhatin li amadebûyan kir. Paşê serokê Kurtdistanê Mesûd Barzanî di gotarekê de hêvî kir ko hemû alî bi giyanê lêborînê û razîbûnê ji civînê derbikevin. Serokê Kurdistanê xoşewîstiya xwe ji bo eşîrên ereb û pêkhateyên din yên Mûsilê derbirî û got:

— Iraq, herêma Kurdistanê û Mûsil ji bo me wek yek in û em dixwazin wan biparêzin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Barzanî got ezmûna Kurdistanê ko heta radeyekê serkeftin bi dest xistiye, niha jî keleh e ji bo her kesekî azadîxwaz. Di heqê wan tedbîrên ko ji bo parastina Kurdistanê jî hatine girtin, Barzanî got:

— Ew tedbîrên ewlehiyê ji bo parastina herêma Kurdistanê hatine girtin, amanc ew e ko rê li ber derbasbûna terorîstan bêt girtin.

Li ser wan nûçeyên ko qala binpêkirinên (îhlal) berpirsên kurd li Mûsilê dikin jî serokê Kurdistanê got armanca wan gotinan ne çareseriya probleman e belkî dixwazin kurdan li Mûsilê pak bikin û got:

— Li Mûsilê nêzîkî 2 000 hezaran kurd hatine kuştin, tenê ji ber ko kurd bûn. Xeletî tiştek e û jiholêrakirina kurdan jî tiştek e ko tu carî nayê qebûl kirin. Ji ber ko Mûsil bajarê bihevrejiyana her pêkhateyekê ye û ji bilî jiyana biratiyê ti çareseriyek nîne.

Barzanî li ser hilbijartinên meclisên wîlayetan jî got:

— Em dixwazin hilbijartineke pak û rast bi rê ve biçe da ko Iraqa nû li ser wê ava bibe û di bin banê serkirdayetiyeke dirûst de bi rê ve biçe.

Di dawiya axaftina xwe de serokê Kurdistanê bal kişand ser parastina berjewendiyên hemî aliyan û da zanîn ko ew dixwazin têkiliyên biratî û dîrokî yên ko hene xurttir bikin û got:

— Ew xurtkirin jî divê li ser esasê parastina berjewendiyên hemî aliyan û dabînkirina mafê hemî pêkhateyan be.

Di civînê de hejmarek ji serokeşîrên sînorê wîlayeta Mûsilê peyvên xwe pêşkêş kir û piştî nirxandina civînê hin daxwaz pêşkêşî serokê Kurdistanê kirin.

Daxwaz hate kirin ko civînên bi vî awayî di navbera eşîrên kurd û ereban de bên saz kirin û têkiliyên navbera zanîngehên Mûsilê û zanîngehên herêmê de bên berfireh kirin. Herwiha daxwaz jî hate kirin ko girtiyên ko di girtîgehên Kurdistanê de ne bên serberset berdan û di seytereyan (cihên kontrolê ên li nav û derveyî bajaran) de karhêsaniyên hatinûçûyîna geştiyar, bazirgan û çînên dî yên Mûsilê bo Kurdistanê bê kirin.

Di hember de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî got:

— Niha dema wê yekê hatiye ko bêjin, êdî bes e xwînrêtin, malwêranî û koçberî.

Ji bo daxwazên wan jî serok Barzanî wiha axivî:

— Her girtiyek, çi dûr çi nêzîk, eger pêwendi bi terorê ve nebe, ez soza serbestberdana wî didim. Ji bo meseleya bazirganan jî, vê yekê pêwendî bi aliyên ewlekariyê ve heye û dê hewla çareserkirina wê bidin.

Di axaftina xwe de serokê Kurdistanê amaje bi madeya 140-ê jî kir û got:

— Em tiştekî zêdetir ji ya ko di destûrê de hatiye naxwazin. Navçeyên nakokbar jî pêwendî bi razîbûna akinciyên wan deveran bi xwe ve heye. Ew ê biryar bidin ko deverên wan ser bi kûderê ve be.

Li ser meclisên Îsnadê jî serokê Kurdistanê got:

— Em rêzê li eşîrên ereb digirin lê di pêkanîna meclîsên Îsnadê de têkilî bi kesên ko di enfalkirina kurdan de beşdar bûne hatiye danîn lewra eger ew berdewam bin em jî dê dosyeyên kevin zindî bikin û rê nadin kes fîtne û ajaweyê bîne Kurdistanê loma em li Kurdistanê meclîsên Îsnadê wekî xiyanet bi nav dikin.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.