1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Mesûd Barzanî ji bo Efrînê daxuyaniyek da: Em dilgiran in
Mesûd Barzanî ji bo Efrînê daxuyaniyek da: Em dilgiran in

Mesûd Barzanî ji bo Efrînê daxuyaniyek da: Em dilgiran in

A+A-

 

Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî derbarê operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê de daxuyaniyek da û tê ragihand ku "em ji êrîşa Tirkiyeyê ya li ser bajarê Efrînê gelekî dilgiran in. Em hêvî dikin ev êrîş ku bûne sedema wendakirina jiyana sivîlan yekser bi dawî bibin."

 

Barzanî di daxuyaniya xwe de wiha got: "Em li hember êrîşên Artêşa Tirkyeyê û çend aliyên din li ser bajarê Efrînê û wendakirna canê xelkê sivîlê yê wî bajarî gelek dilgiran in."

Herwiha Barzanî di peyama xwe de dibêje: Em hêvîdar in ku zûtrîn dem ew êrîş rawestin û jiyana welatiyan were parastin û rewş xerabtir nebe û karesat û encamên xerab jê çênebin. Li gorî hemû serboriyên herêmê bi şer û tundkariyê qeyran û pirsgrêk bêtir kûr dibin û berfrehtir dibin û baştirîn rêk ew e ku qeyran û pirsgirêkên li herêmê bi awayê aştiyane werin çareserkirin."

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.