1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Mesûd Barzanî: Em bi guhortinên bi rêya dengdanê kêfxweş dibin
Mesûd Barzanî: Em bi guhortinên bi rêya dengdanê kêfxweş dibin

Mesûd Barzanî: Em bi guhortinên bi rêya dengdanê kêfxweş dibin

A+A-

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî bi minasebeta hilbijartinên meclisên wîlayetan daxuyaniyeka nivîskî belav kir û got kurd bi guhortinên ko bi rêya dengdanê çêdibin kêfxweş dibin û got ew hêvî dike ko hêdî bicihkirina madeya 140-ê neyêt îhmal kirin.

Teksta daxuyaniya Mesûd Barzanî ko di malpera serokatiya Kurdistanê de belav bûye li jêrê ye:

***

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi minasebeta bidawîhatina hilbijartinên meclisên wîlayetan ko di roja 31/1 2009-ê de hatin pêkanîn, pîrozbahiyeke germ li gelê Îraqê bi giştî û gelê Kurdistanê bi taybetî dikim. Ev hilbijartin ji bo kûrkirina prosesa demokrasiyê li Îraqê pêngaveke dirist bû, bi me xweş e ko bi rêya sindoqên dengdanê guhortinên pêwîst bên kirin, ne bi rêya zor û zordariyê be.

Em rêzê ji îradeya cemawerê gelê Îraqê re digirin, em hêvîdar in ko dengdana xelkê Kurdistanê ji kurd, ereb, tirkmen, kildan, aşûrî û siryaniyan, ji misilman û êzidiyên li deverên ji herêma Kurdistanê veqetyayî, peyameka gelek zelal û eşkere be ka ev xelk çi dixwaze.

Hêvîdar im û daxwazê jî ji Parlamentoya Îraqê, hikûmeta federal û Neteweyên Yekbûyî û hemî aliyên têkildar dikim ko êdî îhmalkirina bicihkirina madeya 140-ê bes e, rêzê ji îradeya xelkê wan deveran re bigirin. Bila ev minasebet ji bo zêdetir çespandina demokrasiyê, canê tebayî, biratî û pêkvejiyanê bibe palpiştek.

Spasiyên bê sînor pêşkeşî cemawerê têkoşer û xweragir yê deverên veqetiyayî ko bi coş ber bi sindoqên dengdanê ve çûn û peyama xwe gihand navxwe û derve, û ez wan serkeftinan jî li we pîroz dikim û dê her îradeya we biserketî be.

Spas ji bo hêzên polîs û ordiya federal û pêşmerge, polîs û asayîşa herêma Kurdistanê ko bi awayekê gelek rêkûpêk û biserketî wezîfeya xwe di warê parastina rewşa emnî li hemî deveran bi cih anî.

Spas ji bo hemî saziyên siyasî, hikûmî, leşkerî û cemawerî ji bo rola wan ya biserketî bêyî ko ti xalên lawaz bidin dest nehezên Kurdistanê.

Spas ji bo komîteyên teknîkî ko bi awayekê gelek rêkûpêk wezîfeya xwe bi cih anî.

Xwedayê mezin li pişta gelê me be.

2/2 2009

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.