1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Mesûd Barzanî: Çareserkirina probleman bi rêya dengdanê serbilindî ye
Mesûd Barzanî: Çareserkirina probleman bi rêya dengdanê serbilindî ye

Mesûd Barzanî: Çareserkirina probleman bi rêya dengdanê serbilindî ye

A+A-

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî got çiqasî kurd gavan ber bi demokrasîyê, hilbijartinê, xurtkirina bingehên demokrasîyê û kûrkirina demokrasîyê ve bavêjin hewqasî dê piştevanîya navdewletî ji miletê kurd re misoger bibe.

Mesûd Barzanî tekez jî kir ko ew nahêlin di dema hilbijartinan de li ti cihî karên nebaş çêbin û heger bibin jî, dê sizadan hebe. Barzanî got ko divê ev hilbijartin paqij û azad bin.

Duhî serokê Kurdistanê civînek bi wezîrê çandinîyê (zîraetê), desteya şîretkarya wezareta çandinîyê û rêvebirên çandinîya wîlayetên Kurdistanê re saz kir û guhdarîya raporteka berfireh ya di warê rewşa çandinîyê de kir.

Li gor malpera KRG serokê Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û tê de şadbûna xwe di bareya rewşa çandinîyê de da nîşan dan û got:

— Ew kesên ji bo peydakirina nanî çavên wan herdem li destên kesên din be, ew dê herdem birçî bin. Em rola cotkarên herêma Kurdistanê jî bi bilindî dinirxînin ko her ew bûn yên ko di şoreşa îlonê de nan ji pêşmerge re berdest dikirin.

Serokê Kurdistanê tekezî li ser wê yekê jî kir ko ti alternatîv ji kerta çandinîyê re nîne. Weha jî da xuya kirin ko herçend Kurdistan bi samanên xwe dewlemend e lê belê ti ji wan cihê çandinîyê nagire û divê aborîya Kurdistanê li ser bingeha çandinîyê bêt ava kirin.

Serok Barzanî behsa hilbijartinan jî kir û got:

— Em serbilind in ko em gihiştine vê astê ko em bi rêya sindoqên dengdanê pirsan çareser dikin. Ev jî berhemê xwîna şehîdan û xebata PDK-ê, YNK-ê û heî partîyên niştimanî û hemî çîn û texên civaka xelkê Kurdistanê ye.

— Heger hilbijartinên sala 1992-yê nebûna, piştgirîya civaka navdewletî jî dirêj nedikir. Em çiqasê gavan ber bi demokrasîyê, hilbijartinan û xurtkirina demokrasîyê ve bavêjin ewqasî jî dê piştevanîya civaka navdewletî ji me re misoger bibe.

Serokê Kurdistanê tekez kir ko divê transparensî û azadî di van hilbijartinan de hebin û ya giring ew e ko xelk beşdarîyê bikin. Serok Barzanî hêvî jî xwest ko beşdarîya xelkê gelek be û ti karên ne li rê çênebin. Weha jî da zanîn ko heger karên ne li rê çê bibin, dê sizadan hebe.

Di beşekî dî ya gotara xwe de, serokê Kurdistanê behsa destûra Kurdistanê jî kir û got:

— Ev destûr destkevtekî stratejîk û mezin e. Ji sala 1974-ê ve dihat xwestin ko ev destûra Kurdistanê hebe. Ev gelek sal in ko kar ji bo danîna vê destûrê têt kirin. Ewên ko ev destûr jî danîne, gelek pisporên navxweyî, derveyî û biyanî ne û ew beriya du salan jî hatiye belav kirin.

Serokê Kurdistanê da xuya kirin ko li gora madeya 120-ê ya destûra Iraqê mafê Kurdistanê ye ko destûra xwe hebe. Serokê Barzanî daxwaz jî ji xelkê Kurdistanê kir ko çavdêrîya dezgehên ragihandinê bikin û bizanin ka kî ne yên ko li dijî destûra Kurdistanê ne û got:

— Ew ew kes in yên ko hîna ji xwîna miletê kurd û enfalan û kîmyabarankirinê têr nebûne.

Serok Barzanî got destûra Kurdistanê mafên hemî kes û pêkhateyên Kurdistanê misoger kiriye û di berjewendîya hemûyan de ye. Serokê Kurdistanê daxwaz ji hemî kategorî û çînên Kurdistanê kir ko dengên xwe bidin vê destûrê.

Di dawîyê de serokê Kurdistanê piştevanîya xwe ji cotkarên Kurdistanê re nîşan da û got:

— Em serbilind in ko em nanê destên we dixwin û em nanê destên xelkê naxwin.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.