1. HABERLER

  2. KURDİSTAN

  3. Mesrûr Barzanî: Qedexeya hatûçûnê bo parastina selametiya me ye
Mesrûr Barzanî: Qedexeya hatûçûnê bo parastina selametiya me ye

Mesrûr Barzanî: Qedexeya hatûçûnê bo parastina selametiya me ye

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser biryara qedexeya hatûşûnê ya bo heyama 6 rojan li seranserê Herêma Kurdistanê, ragihand ku ew biryar ji bo parastina selametiya hemû kesan e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê 1ê Hezîranê li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê biryara qedexeya hatûçûnê de peyamek belav kir û têde dibêje pabendbûna hemwelatiyan bi biryara qedexeyê girîng e.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Niha li seranserê Herêma Kurdistanê qedexeya hatûçûnê bo heyama 6 rojan destpêkir. Ev biryar ji bo parastina selametiya me hemûyan e ku di demekê de ye hejmara pêketiyên vîrusa koronayê bi awateke bilez bilind dibe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha daxwazê ji welatiyan dike ku girîgiyê bi pabendbûna rênimayiyên qedexeya hatûçûnê bidin û bi berdewamî tedbirên tendirustiyê li berçavan bigirîn.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê îro roja Duşemê bo heyama, 1ê Hezîranê saet 18:00an heta roja Şemiyê 6ê Hezîranê qedexeta hatinûçûnê ragihand.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.