
MESELEYA FILÎSTÎNÊ GIRÎNGTIRÎN MESELEYA ALEMA ÎSLAMÊ YE
Berdevkê Konseya Alimên Filîstînê Muhammed EL –Muad got: Serokê Emerîkayê Donald Trump karekî bêaqilane kir û Qudus weke payîtexta Îsraîlê îlan kir û meseleya Filîstînê kire girîngtirîn meseleya Alema Îslamê.
Li gorî Nuçeya Ajansa Resayê Berdevkê Konseya Alimên Filîstînê Muhammed EL –Muad: Tişta ku Trump kiri ne tiştekî ecêbe, çimkî Emerîka di hemu meseleyan da pişgirîya Îsraîlê dike û biryarnameya Yekîtiya Netewan ya li hemberî Îsraîlê veto kir.
Berdevkê Konseya Alimên Filîstînê Muhammed EL –Muad: Biryara Trump ya li hemberî Filîstînê ji bo avakirina dewleta cihuyan gava ewilkîye. Heke dewleta cihuyan hate avakirin li Filîstînê cihê jiyanê ji bo Ereb û Îsevîyan namîne.
Berdevk Muhammed EL –Muad: Hewceye komên Filîstîne, bi berxwedanê, şerê xwe dewam bikin. Ji bo pişgiriya Qudusê baştirîn kar ewe ku hemu kes alîkariyê bidine berxwedana Filîstîne.
♦ufkumuzhaber/Kurdî
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.