1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. MESELEYA ARAKANÊ AN JÎ BÊÇARETIYA ME
MESELEYA ARAKANÊ AN JÎ BÊÇARETIYA ME

MESELEYA ARAKANÊ AN JÎ BÊÇARETIYA ME

Welatê Arakanê yê ku bi tena serê xwe mayî û welatê maye li ber wijdana hêzên emperyal. Hereketa Xwenasiyê di derheqê misilmanên Arakanê da daxuyaniyek da.

A+A-

Trajedîya li Arakanê dewam dike eve çend roje ji nu ve buye rojev. Ji bo ku meseleya Arakanê bibe rojev Tirkiyê û civakên sivîl gele xebitîn, gihiştine armancê.

 

Ji şerê Dinyayê yê duyemîn heta niha komkujiyeke çandî û dînî li Arakanê heye. Nêzîkê 2 milyon misilmanên Arakanê welatê xwe hêlane û niha li hinde welatên din penaberin û di gelek şertên zehmet da dijîn.

Trajedîya li Arakanê hem li Dinyaya Îslamê hem jî li civaka navnetewî da gelek nayê axaftin. Arakan xwediyê petroleke dewlemende, ji bo danustandina Rojhelata Navîn û borîna enerjîyê cihekî giringe. Ji ber vê giringîya xwe Arakan dimîne di nav şerê aktorên mazin û emperyal yên wek Emerîka, Çîn û hêzên din. Ji ber vi şerê emperyal Arakan tête jibîr kirin.

Çawa ku di hinde meseleyên misilmanan da aktor ne misilmanin di vê meselê da jî aktor û yên bi hêz ne misilmanin.

Dinyaya îslamê ji 63 welatan pêk tê û nufusê wê jî 1,5 mîlyare. Potansiyeleke mazine lê ev potansîyele nikare xwedî misilmanên Arakanê derkeve yên têne kuştin û muhacir û bêxwedî. Li Arakanê jenosîdek heye, misilman bune mihacir, lê hêza ku qedera vê meselê tayîn bike ne misilmanin.

Ev rewşe ne rewşeke normale. Ev rewşe rewşa bêçaretiya me ye û meseleya Arakanê rewşa me ya bêçaretiyê tîne pêş çavên me.

Di bingeha meseleyên me yên cografyaya îslamê da jî wekî em dibînin em misilman bi hevre hereket nakin, eve rewşeke psîkolojîke. Dinyaya îslamê ji tifaqê ye dure û di bin sîwanekê da nabine yek. Dinyaya Îslamê di nava hidudên netewî da heps buye, cidatiya nîjadî û mezhebî keftiye navbera wan. misilman nikarin xwe îdare bikin bi serê xwe biryara wergirin. Gelek hikimetên li welatên Îslamî bi destê emperyalîstan hatine îktidarê, anku ne bi serê xwe ne. Eve jî meseleyên me zehmettir dike.

Di meseleya Arakanê da alîkariya leşkerî û siyasî ya ji Netewên Yekbuyî û hêzên rojavayî tê xwastin ji bêçaretiya me ye. Çimkî ji xwe mesele ji bin serê wan derdikeve. Hêzên emperyal mesele anîye vi hali.

Bi dîtina me ji bo çareser kirina meseleya Arakanê û meseleyên kronîk yên dinyaya îslamî me mecbur dike ku em bi îdealeke mazin û perspektîfeke cida binêrine meseleyên dinyaya îslamê û meseleya Arakanê.!....

Em dibêjin hewceye fikra yekbuna dinyaya Îslamî, mekanîzmayên hevkariyê yên pêşve çoyî, kombuna di bin banekê da ya leşkerî û siyasî edî zêdetir bê bi lêv kirin. Mixabin hekeperspektîfeke nu nebe hem li Arakanê hem li welatên din yên misilmanan mesele bi adilane û rast nayêne çareser kirin û çareser kirina meseleyan dê zehmettir û zortir bibe.

♦ ufkumuzhaber/kurdî

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.