1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Mele Mistefa Barzanî
Mele Mistefa Barzanî

Mele Mistefa Barzanî

A+A-

Îro 1.-ê Adarê 30. salvegera wefata Mele Mistefa Barzanî yê emrê xwe di rêya azadî û rizgariya Kurdistanê de derbas kiribû, ye.

Jiyana Barzanîyê mezin şahidê zilm û sitemkariya sedsala 20.-ê ya li ser kurdan lê şahidê tekoşîn û serhildana dijî dagirker û mêtingehkeran e jî. Barzanî hê di zaroktiya xwe de hovîtiya dujmin bi çavê xwe dibîne, di ciwaniya xwe de beşdarî serhildana Şêx Mahmûdê Berzencî ya li hemberî îngiliza (1919)dibe, piştevanê Tevgera Şex Seîd e û bi damezrandina PDK-ê êdî serokê Tevgera Kurdistana başûr. Di damezarndina Komara mehabadê de ew jî heye û xwediyê rolek taybet e. Û di salanê 1960 û piştî vegera ji Sovyetê êdî serokê kurda ye tesîra wî li hemû parçeyên Kurdistanê tê dîtinû ruhê wî li seranserê Kurdistanê dsembola berxwedan,serhildan û tekoşîna netewî ye.

Mele Mistefa Barzanî di tekoşîna xwe ya 60 salî de rojekê jî dudil nebû, serî li ber dujmin ne tewand û ji ji fikir û ramanên kurd û mirovperweriyê dur neket. Ruh, jiyan û tekoşîna vî mirovê nemir e ku îro keç û lawên wî li ser axa wî û li ser rêya wî azad û desthilatdarê welatê xwe ne.

Mele Mistefa Barzanî di 1.-ê Adara 1979 de li Washintonê wefat kir, pêşiyê li Kurdistana Îranê li navçeya Şînoyê hat veşartin lê îro gora wî Kurdistana Başûr, li Berzan û li keleka gora lawê wî Îdrîs Barzanî ye û rojana ji aliyê bi sedan kurdî tê ziyaretkirin.

Ruhê te şad û bextewar be !

Cîhê te buhuşt be !

Nûçe: Netkurd

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.