1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Mehmûd Osman: Nûrî Malikî dixwaze fitneyê bêxe nêvbera PDK-ê û YNK-ê
Mehmûd Osman: Nûrî Malikî dixwaze fitneyê bêxe nêvbera PDK-ê û YNK-ê

Mehmûd Osman: Nûrî Malikî dixwaze fitneyê bêxe nêvbera PDK-ê û YNK-ê

A+A-

Endamê Parlamentoya Iraqê siyasetmedarê kurd Mehmûd Osmanî duhî got serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî dixwaze nêvbera PDK-ê û YNK-ê xerab bike û got çima Nûrî Malikî naxwaze bi hikûmeta Kurdistanê ya niho re baxive û xwe li hêviya serokwezîrê bêt Berhem Salihî digire.

Li gor PNA-yê Mehmûd Osmanê ko ser bi lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî ve ye got serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî dixwaze ko nêvbera PDK-ê û YNK-ê xerab bike û got duhî Malikî di dîdarekê de ragihandibû ko ew dê axaftinê bi hikûmeta bêt ya Kurdistanê ya piştî hilbijartinên Kurdistanê re bike. Ev jî diristkirina nakokîyan e ji alîyê Malikî ve, ji ber ko li gor pêşbînîyan wekî ko Mehmûd Osmanî behs kir biryar ew e ko Berhem Ehmed Salih serokatîya kabîneya bêt ya hikûmeta Kurdistanê bike.

Mehmûd Osmanî matmayîna xwe jî li hemberî axaftinên Malikî nîşan da û got çima Malikî axaftinê bi hkûmeta niha ya Kurdistanê re nake û got Malikî dixwaze bi daxuyanîyên bi vî rengî nêvbera PDK-ê û YNK-ê xerab bike.

Mehmûd Osmanî got cara yekê ye ko Malikî bi aşkirayî dibêje ko pêwîst e bajarê Kerkûkê rewşeka taybetî hebe, yan ne Kerkûk bermîla barudê ye û dê biteqe, ango divêt Kerkûk neçe ser Kurdistanê. Herweha Nûrî Malikî hebûna pêşmergeyî li deverên dabirayî jî neqanûnî hesibandiye. Nûrî Malikî weha jî daye nîşan dan ko waliyê nû yê Mûsilê qanûnî ye û pêşmerge jî hevkarîya rêvebirîya nû ya Mûsilê nakin.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.