1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Malbatên Komkujiya Robozikê ji wê roja ve cil û bergên rengîn li xwe nakin
Malbatên Komkujiya Robozikê ji wê roja ve cil û bergên rengîn li xwe nakin

Malbatên Komkujiya Robozikê ji wê roja ve cil û bergên rengîn li xwe nakin

A+A-

Di ser komkujiya Robozikê re tam 9 sal derbas bûn. Lê heta niha jî kujerên ku biryara bombebaranê dan balafirên şer ên Tirkiyeyê û 34 gundiyan kuştin nehatine cezakirin. Derbarê tu sûcdarekî de jî heta niha doz nehatiye vekirin. Malbatên qurbaniyan îro careke din çûn ser goristana qurbaniyan û ji wê derê banga dad û edaletê kirin.

Malbatên Robozikê piştî 9 salan careke din berê xwe dan ser goristanê. Piraniya wan cilên reş li xwe kirine û ji wê roja ku zarokên wan hatine bombebarankirin ve cil û bergên rengîn li xwe nakin.

Mele Evdirehman Encu jî yek ji wan bavan e ku kurekî xwe di wê bombebarana balafirên şer ên F-16 de ji dest daye. Ji zikmakî ve herdu çavên wî nabînin. Bi gotina wî kurê wî roniya herdu çavên wî bû. Lê bi kuştina kurê wî careke din her tiştî li ber çavê wî tarî bû.

Bavê qurbaniyê Robozikê Evdirehman Encu got: “Em qetil kirin ji bo 50 lîreyî mixabin. Ev zarokê ku destê min digirt ez tu caran ji bîr nakim. Ew ê kedera wî di dilê min de be heta roja qiyametê. Di roja heşrê de dema rebê min min bixwaze cem xwe; ez ê bêjim ey rebê me wî zarokê me qetil kir, ez hez dikim tu pêşî wî ceza bikî.”

Malbatên Robozikê wêneyên zarokên xwe qet ji ber sîngê xwe kêm nakin. Weke ezîzê ber dilê wan hêj li jiyanê be wêneyên wan bi xwe re digerînin. Hemû jî doza dad û edaletê dikin.

Dayika qurbaniyê Robozikê Helîme Encu jî dibêje: “Ev e 9 sal in şîn ji mala me xelas nebûne. Zaroka min 24 saetan diçe wêneyê birayê xwe maçê dike û dibêje ka kengê dê birayê min derkeve bê.”

Dayike din a qurbaniyê Robozikê jî got: “Daxwaza me çi ye? Heta niha me ewqas daxwaz kirine yek daxwazeke me jî bi cih nehatiye.   Facwaza me ev e; wî 34 zarokên me qetil kirine, parçe kirine. Bipa biçin ba edaletê û hesabê bidin.”

Dayika Qurbaniyê Robozikê Turkan Uysal jî wiha axivî: “Zarokên me diçin bila yên kesên din neçin. Ên me jî bila neçin. Guneh e. Heyf e.”

Di 28ê berfanbara 2011'an de li nêzî sînorê Başûrê Kurdistanê balafirên Tirkiyeyê di ser karwaneke gundiyên Robozikê de bombe barandin. Malbatan serî li Dadgeha Makezagonê ya Tirkiyeyê da û xwest kujer bêne cezakirin. Lê bi hinceta ku belge kêm in, Dadgeha Tirkiyeyê doz red kir. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî bi hinceta ku hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê neqedandine doza komkujiya Robozikê di sala 2018'an de qebûl nekir. Hêviyên bicihkirina dadê bi vê biryarê çilmisîn.

Derbarê doza Komkujiyê de  Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz jî got: “Niha dosya weke qediyaye lê wateya wê ne ew e ku dê qet neyê vekirin. Delîleke nû derkeve, îdiayeke nû li ser pîlot an jî yên ku ev biryara bombebaranê dane derkeve holê ev doz dê dîsa dest pê bike.”

Partiya Demokratîk a Gelan HDPê jî bi beşdariya hevserok û parlamenterên xwe serdana Robozikê kirin û daxwaza cezakirina berpirsyarên wê komkujiyê kirin.

Piştî ku doz ji aliyê Dadgeha Makezagonê ya Tirkiyeyê ve bi hinceta kêmasiya di dosyayê de hate redkirin, malbatê careke din serî li Dadgeha Şirnexê da. Dosyeya Robozikê niha li Dadgeha Navçeya Qilebanê ya ser bi Şirnexê ve tê şopandin.

Etiketler :

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.