1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Mafê Mirovan: Di kampan de destdirêjiya seksî ya ser keçik û zarokan zêde bûye
Mafê Mirovan: Di kampan de destdirêjiya seksî ya ser keçik û zarokan zêde bûye

Mafê Mirovan: Di kampan de destdirêjiya seksî ya ser keçik û zarokan zêde bûye

A+A-

 

Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan li Iraqê hişyariya zêdebûna destdirêjiyên seksî yên li kampên koçberan dike û bang li hikûmetê dike da ku lezê bike koçberan vegerîna malên wan.

 

Komisyara Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan li Iraqê Wehîde Cumeylî bi daxuyaniyekê hişyariya “zêdebûna bûyerên destdirêjiya seksî ya ser keçik û zarokan li kampên koçberan” da û ragihand: “Destdirêjiya seksî ya ser keç û zarokan di kampên koçberan de bûye diyardeyeke berbelav.”

 

Wehîde Cumeylî herwiha got: “Keçik newêrin navê wan kesan eşkere bikin, ku di riya dibistan û bazarê de destdirêjiya wan dikin. Ji ber tirsa ji malbata xwe yan jî malbata wan kesên destdirêjiya wan dikin, newêrin biaxivin.”

 

Cumeylî sedema zêdebûna vê diyardeyê bi “tinebûn, hejarî, bêkarî û valahiya sozdariyê” ve girê dide û daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike da ku ji bo vegerandina koçberan lezê bike.

 

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî û Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, heta niha jî bi sed hezaran hemwelatiyên Iraqê di nava welatê xwe de koçber in û nevegeriyane malên xwe.

 

 

rudaw

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.