1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Macron: Em ê li dijî DYE-yê tê bikoşin
Macron: Em ê li dijî DYE-yê tê bikoşin

Macron: Em ê li dijî DYE-yê tê bikoşin

A+A-

 

Macron do di paşîya rûniştina bilind a NY (Neteweyên Yekbûyî) de axaft û got serekên Yekîtîya Ewrûpayê (YE) li dijî tevgerên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di ser Dezgeha Bazirganîyê ya Cîhanê de dê tiştên bivên bikin.

 

Macronî got serekên Yekîtîya Ewrûpayê (YE) li Brukselê li ser dosyeya bazirganîyê-tîcarî dane û standine û dê Ewrûpa li dijî tevgerên DYE-yê yên li dijî YE-yê bi her awayî tê bikoşe.

Serekên Yekîtîya Ewrûpayê (YE) do li Brukselê ji bilî van, li ser gelek mijarên li ser koçberan jî dan û standin.

Ji kombûnê xebereke ku Tirkîye ji demeke dirêj ve bû li hêvîyê bû jî derket. Ji sozê 6 milyar Euroyî yê ji Tirkîyeyê re ji bo koçberên penahber hatibû dayîn, ji pakêta alîkarîyê ya 3 milyar Euroyî re hat erêkirin.

Ev pere dê di yek carê de neyê dayîn, di çarçoveya projeyan de car caran were dayîn.

Dê fon, ji bo projeyên penahberên Sûrîyeyî yên li Tirkîyeyê yên wek başbûnê, hînkirinê, avahîsazîyê, xwarinê û pêdivêyên wan ên din were bikarhatin.

Serekên Dewletên endamên Yekîtîya Ewrûpayê (YE) piştî dan û standinên bi dirêjahîya 10 seʕetan li ser birêvebirina krîza koçberîyê li hev kirin.

Welatên Yekîtîya Ewrûpayê (YE) yên bixwazin dê karibin li welatên xwe navendan ve bikin û dê ew navend ji alîyê welatên endam ve bi dilxwazîyê werin sazkirin.

Giuseppe Conte-yê serekwezîrê Îtalyayê got ew ê paşê biryarê bidin ka ew ê wan navendan ve bikin yan nekin.

Angela Merkela şansolyeya Elman jî piştî Conte-yî got metna ku li serê ji bo koçberîyê hatiye lihevkirin ‘erênî’ ye lê hin ramanên cihê jî hene.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.