1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Macron bi şandeke HSDê re civiya
Macron bi şandeke HSDê re civiya

Macron bi şandeke HSDê re civiya

A+A-

Serokaktiya Fransayê ragihand, serokê wî welatî Emmanuel Macron pêşwazî li şandeke Hêzên Sûriyeya Demokrat kiriye û li hember egera êrîşa Tirkiyê bo ser bakur û rojhilatê Sûriyê “dilgiraniya xwe” nîşan daye.

Li gor ajansa Reutersê, Serokatiya Fransayê ragihandiye, Emmanuel Macron roja Sêşemî 8ê Cotmehê li gel Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Cîhan Ehmed re hevdîtin pêk aniye.

Macron di vê hevdîtinê de, tekezî li ser hevsozî û piştgiriya xwe bo HSDê di şerê li dijî DAIŞê de kiriye.

Li gor heman çavkaniyê, Serokê Fransayê ragihandiye, ku li hember rewşa aloz û amadekariyên serbazî yên li ser sînorê Sûriyê û egera êrîşa Tirkiyê bo ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, “ gelek nîgeran e ”.

Tirkiyê ragihandiye, ku dê di demeke nêzîk de êrîşekê bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezareta Berevaniyê ya wî welatî ragihandine, ku amadekariyên wan bo encamdana operasyonê bi dawî bûne û ew dê di demeke pêş a nêzîk de operasyona xwe dest pê bikin.

Koşka Spî jî pêr ragihandibû, ku Tirkiye dê di demeke nêzîk de êrîşa xwe bo ser “bakurê rojhilatê Sûriyê” dest pê bike.

Enqere dixwaze bi kûrahiya 30 heta 40 kîlometran derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bibe û li gor îdiaya rayedarên wê, dê navçeyeke aram li wê herêmê çê bike û 2 heta 3 milyon koçberên Sûrî yên li Tirkiyê li herêmê bicih bike.

Li aliyekê din, Fermandariya Giştî ya HSDê ragihandiye, ew dê li hember her êrîşeke Tirkiyê bi rih û can berevaniyê li ber axa Rojavayê Kurdistanê de bikin.

Herwiha Rêveberiya Xweser îro li tevahiya Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola xwe de, amadebaşî ragihand.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.