
LÎSTOKA TRUMP YA BI AGIRI AN JÎ MUFSÎDUN FÎL- ARZ
Biryara Emerîkayê ya zalimane û bê huquq ji aliyê hemu dinyayê ve tê şermezar kirin. Hereketa Xwenasîyê jî di derheqê biryara Serokê Emerîkayê Donald Trump daxuyaniyek di malpera xwe da weşand.
LÎSTOKA TRUMP YA BI AGIRI AN JÎ MUFSÎDUN FÎL- ARZ
Sala 1967 ê Rejima Siyonîst Rojhilatê Qudusê îşgal kir û sala 1980 ê biryarek wergirt ku hemu Qudusê ji bo xwe bike payîtext. 1995 ê Kongreya Emerîkayê bi biryarekê Qudus weke payîtext ji bo Îsraîlê qebul kiribu. Ev biryare îsal bi destê Serokê YDA yê Donald Trump raste rast hate bi cih kirin. Ev biryare dê bibe sedema despêkirina şerekî dom dirêj ku Qudus ji bo Misilman, Îsevî û Cihuyan pîroze.
Ev biryara ji wêrekiya nezaniya Trump derdikeve û huquqa navnetewî binpê dike dê ji bo civakên dinyayê bibe sedema encamên giran, û ji bo aşîtiya herêmê û dinyayê encamên taluke derbêxe meydanê. Trump bi vê biryara giran ve misilmanan, Biryarên Yêkîtiya Netewan, Çînê, Rusyayê û Yekîtiya Avrupayê çi hisab nake û dixwaze herkes rêzê ji bo vê biryara wi bigre. Trump weke henekan bi Yekîtiya Netewan bike biryara betal kirina Qudusê ji bo payîtext buna Îsraîlê nasnake û xwe yekane hikimdarê Dinyayê dibîne.
Wextê ku hemu Qudus dibe payîtexta dewleta Îsraîlê rêya dewlet buna Filîstînê tê girtin ku payîtexta wê bibe Rojhilatê Qudusê û pêşya modelê 2 dewletan û çareseriyê digre.
Trump bi vê biryarê ve wê Filîstîniyên feqîr ji hêrsê bi çekên modern yên ku dayîne Îsraîlê ve bide kuştin û Filîstîniyan terorîst bide naskirin. Trump bi xîça misilmanan ya sohir , bi Qudusê ve lîst û dixwaze li Rojhilatanavîn şeri derbêxe. Trump bi vi hali ve fîtneker û mufsîdê fîl erze. Di rastiyê da Trump ne tene li Rojhilatanavîn li gelek cihên Dinyayê dixwaze şer derbikeve û weke provakatorekî global bi bê aqilî hereket dike.
Sedema van hereketên Trump, balav buna Lîbya û Suryê û alîkarîya hinek rêberên ereb ji bo Trump û îxaneta hinek rêberên ereban ya ji bo Doza Filîstînê ye. Trump dizane ku Rêberên Ereban nerazîbuneke mazin li hemberî wi nîşa nadin. Çimkî gelek Rêberên Ereban şirîkên suçê Trumpin. Bi xususî welîahdê suudî Prens Muhammed Bîn Selman û welîahdê Yekîtiya Mîrên Ereban Prens Muhammed Bîn Zeyd el-Nahyan şirîkên suçê Trumpin. Ji ber vê rewşê şîrovekerên Siyonîst dibêjin bertek û nerazîbunên Dinyaya Îslamê fayde nakin û hêzên ereb û îslamê nikarin pêşya vê rewşê bigrin û vê rewşê biguherînin.
Di nava Dinyaya Îslamê da hêzên mazintirîn bertekê nîşa bidin Îran û Tirkiye ne. Îran demekî dirêje, li hemberî Îsraîlê di halê nîv şeri da ye. Yekane welatê ku behsê birîna têkiliyên dîplomatîk dike û meseleya Qudusê weke xîça xwe ya sohir nîşa dide Tirkiye ye. Hewceye Îran û Tirkîye îlan bikin ku Qudus payîtexta Filîstînê ya ebedî ye û li pişt vê biryara xwe bisekinin.
Tişta ku Emerîkayê ji vê biryarê bizivrîne givaşên dîplomatîkin. Bi gotinan Trump nayê ser rê.
Hewceye Alema Îslamê li hemberî vê biryara Donald Turmp bêdeng nemine, çimkî bêdengî û pasîf buyîn, wê riya tiştên xirabtir veke ji bo Alema Îslamê. Ji xeynî bertekên dewletan hewceye xelkên misilman jî li ser medyaya civakî bertekan nîşa bidin, meşan pêk bînin , protestoyan, civînan, boykotan bikin û dengê xwe bilind bikin.
Tenê gavên berbiçav yên wekî alim û rêberên Îslamê goti givaşên dîplomatîk, aborî û siyasî û girtina balyozxaneyên Emerîka û Îsrailê li welatên misilmanan dikarin Emerîkayê bidin sekinandin, wekî din çi gotin u galgal fayde nakin.
Em heke weke dewletên misilman û gelen misilman gavê bi Trump paşda neavêjin lazime em xatrê ji Qudusê bixwazin û eve jî ji bo me rureşiyek û dawîyeke bi taluke û dramatîke.
Hereketa Xwenasiyê
♦ufkumuzhaber/Kurdî
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.