1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Lihevhatina ji bo derxistina birîndarên Ẍûteyê
Lihevhatina ji bo derxistina birîndarên Ẍûteyê

Lihevhatina ji bo derxistina birîndarên Ẍûteyê

A+A-

 

Ceyşul Îslama yek ji komên dijber ên li rojhilatê Ẍûteyê got ku ew û Rûsyaya ku bi navgînîya YM pê re didin û distînin, ji bo derxistina birîndarên li rojhilatê Ẍûteyê li hev kirine. Di xuyandina ji alîyê komê ve weha hat gotin:

 

“Di çarçoveya rawestandina êrîşên-kiçîmên gunehpênehatî yên rojhilatê Ẍûteyê de em gihîştin encamekê. Lihevkirin, di demeke wisa de rû da ku rejima Sûrîyeyê bi alîkarîya Rûsyayê êrîşên xwe yên dijwar birine ser Ẍûteyê.

ROJHILATÊ ẌûteYÊ ÎRO PIÇEK K’ÊMDENG E Piştî ku enî bû sê perçe, îro rojhilatê Ẍûteyê li gora rojên din bêdengtir bû. Li gora jêderekî leşkeri yê rejime, piştî ku rejim û hêzên yekbûyî roja yekşemê bajarê Dûmayê ji Ḥerestayê veqetandin û serekên Feylequrrehmanê ji Dûmayê vekişîyan Ḥerestayê, rojhilatê Ẍûteyê îro piçek k’êmdeng bû.

ROJHILATÊ ẌÛTEYÊ BÛ 3 PERÇE Di xeberê de hat gotin ku rojhilatê Ẍûteyê bûye sê perçe: Beşa pêşîn Dûma û Elrihan, beşa didoyê Ḥeresta û beşa sisêyê jî bajarokên Seqba, Cisrîn, Heza û Hemûrîyyeyê.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

                       

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.