1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. LI YEMENÊ ŞERÊ EMERÎKAYÊ YÊ BIYOLOJÎK
LI YEMENÊ ŞERÊ EMERÎKAYÊ YÊ BIYOLOJÎK

LI YEMENÊ ŞERÊ EMERÎKAYÊ YÊ BIYOLOJÎK

A+A-

 

 

Emerîka û Erebîstan di şerê biyolojîk da nexweşiya vebayê ji bo kuştina Yemenîyan bi kar tînin.


 

Malpera Lêkolîna Gilobal di meqaleyekê da viha dibêje: Emerîka ji pazdê Gulana 2015 ê û heta niha pişgiriya Erebîstanê û şirîkên wê dike û ew li herêmê komkujiyan pêk tînin. Xelkê Yemenê niha bi êşa vebayê keftiye.

Raya vebayê bakteriyeke bi navê 'Vîbrîo Bakterî' ye. Emerîkayê bakterîya vebayê di Şerê Dinyayê yê Duyemîn li hemberî Japonyayê, Apartaîdê li Başurê Afrîkayê, Saddam di Şerê Iraqê da bakterîya vebayê bi kar anî. Gelek dewletên din jî ev çeka biyolojîk bikar anî. Ev nexweşiye bi riya avê belav dibe. Niha li Yemenê jî bi vê riyê tê bikar anîn.

Berî niha du salan, êrişên hatine kirin pergala bajari serubin kir. Pergala qanalîsayonê, avê, nexweşxaneyê xirab bu. Xelki neşiya xwe ji nexweşiya vebayê biparêze.

Ev nexweşiye raste rast bi destê Emerîkayê neyê kirin jî bi pişgiriya Emerîka û muttefîkên Emerîkayê ve tê kirin. Emerîka dibêje ez li hemberî kar anîna van çeka me lê destê wê di van kuştinan da heye.

Dermanê nexweşiya vebayê nîne û di nava çend rojan da dikare mirovi bikuje.

Ji bo pêşî girtina vebayê hewceye gele av bê vexwarin lê ji ber ku pergala avê, qenalîzasyonê hatiye bimbe kirin dibe sedema belavbuna vebayê.

ufkumuzhaber/kurdî

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.