1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Yemenê nîqaşên li ser ragihandina agirbestê berdewam in
Li Yemenê nîqaşên li ser ragihandina agirbestê berdewam in

Li Yemenê nîqaşên li ser ragihandina agirbestê berdewam in

A+A-

 Siûdiyê gok avêt gorepana Hûsiyên Yemenê û daxwaza agirbestê kir, lê Hûsî hişkbûnê nîşan didin û ber bi vê daxwazê ve naçin.

Ev yek di demekê de ye, 200 hezar kesî di şerê Yemenê de, canê xwe jidest dane û bi milyonan kesên din jî birçîbûn gefa mirinê li wan dide.

Feysel Bin Ferhan, Wezîrê Derve yê Siûdiyê, dibêje, “Em li gel civaka navdewletî kar dikin, li gel hevbeşên xwe û ligel hikûmeta Yemenê kar dikin ji bo ku wan pêşniyaran cîbicî bikin. Tiştî em dikarin jî em ê bikin, ji bo ku guvaşê li ser Hûsiyan dirust bikin ku vê yekê bipejirînin û bêne ser maseya gotûbêjê û çekan deynin, ji ber ku baweriya me wiha ye, ragirtina şer û guhdana bi çareseriya siyasî take çareseriya serkeftî ye.”

Pêşniyaza vê carê ya agirbestê seranserî ye; vekirina firokexaneya Senaayê û korîdora mirovî li xwe digire, ku Neteweyên Yekbûyî dibêje, girtina wan mezintirîn krîza mirovî dirust kiriye.

Ferhan Heq, Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY, dibêje, “Martin Grîfîs, Şandiyê Taybet berdewam kar kiriye ji bo ku agirbesteke seranserî misoger bike, ji bo ku Firokexaneya Senaa û trafîka wê ya sivîl veke, rê bê dan ku sûtemenî û keresteyên bêhtir bigihêjin Bendera Hudeydeyê. Dirêjî jî bi proseyeke siyasî  bê dan ji bo ku ev şer bidawî bibe.”

Hûsiyên Yemenê dibêjin, ew jî li aştiyê digerin, lê li beramber agirbestê jî daxwazên wan hene.

Êrîşa mûşekî û dronên vê dawiyê yên Hûsiyan, Siûdiyê û pêgehên petrolê yên wî welatî xistibûn tengasiyê.

Ebdilîlah Hecer, Şêwirmendê Serokê Encûmena Bilind a Siyasî ya Hûsiyan, dibêje, “Tiştê ku hatiye xwestin ew e, divê yekem car dorpêçê rakin û lê bigerin berhema petrola me bêhtir bibe. Wê demê em ê axaftinê li ser agirbestê bikin. Em amade ne, û gelek caran jî me pêşniyara agirbestê kiriye ji bo ku şer û pevçûn rawestin, em jî dron û mûşekên balistî êdî navêjin Siûdiyê. Ev daxwazên me ne.”

Eger gok li gorepana Hûsiyan be, rewş bi çend awayan ji berjewendiya wan e, çekdarên Hûsî ber bi bajarê Meiribê ve di pêşketinê de ne, dibe ku wê navçeya dewlemend bi petrolê, ji destên hêzên ser bi Siûdiyê derxin.

Rêvebeirya Biden hevdem ligel wergirtina desthilatê, Hûsiyên Yemenê ji lîsta terorê derxistin. Bi wê yekê jî, piştgiriya leşkerî ji bo Siûdiyê rawestand û daxwaz li wan kir ku dawiyê bi şerê Yemenê bînin.

Nayê zanîn, ev agirbest li jêr guvaşa Biden û li jêr çavdêriya Neteweyên Yekbûyî çiqasî xwe digire.

Berê jî, di Nîsana 2020an de, agirbestekê di navbera herdu aliyan de, derfeta xweşguzeraniyê ji xelkên sivîl dûr xistibû.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.