1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Ẍezeyê 3 rojên man-û-nemanê
Li Ẍezeyê 3 rojên man-û-nemanê

Li Ẍezeyê 3 rojên man-û-nemanê

A+A-

 

Jamie McGoldrick-ê birêvebirê Alîkarîya Mirovahîyê ya NY (Neteweyên Yekbûyî) balê kişand serê ku dezgehên gelek girîng ên NY-yê yên li Ẍezeyê nikarin ardûyê ji petrolê bi dest bixin.

 

Divê ji bo dezgehên wan ên li Xêza Ẍezeyê demildest û pirr bilez ardûyê petrolî were peyderkirin.

Divê Îsraîl rêya ku li ber sitandina ardûyê petrolê girtiye, ve bike. Ji bo ardûyê petrolî yê xuya ye dê di serê Tebaxê de biqede, welatên destekdêr divên pereyê wê yê bilez bidin.

Eger zû zûka petrol neye kirrîn dê canê însanan bikeve xeterê. Birrîna elektrîka Ẍezeyê rojê digihîje 20 seetan.

Jamie McGoldrick weha dewam kir:

Di nava sê rojên pêş de dibe ku li 4 nexweşxaneyan ardûyê petrolî bi temamî biqede. Ew awa dê bibe sebebê rawestîna-sekina xizmetên başbûnê-tibbî yên hîmî-binyatî. Nexweşên li beşên-qismên dilî-qelbî û yên gurçikê dê herî pirr bikevin binê vê bandorê.”

Birêvebirîya Îsraîlê di 9ê Temûzê de eşkere kiribû ku dê li ser Ẍezeyê pêdankirinên nû pêk biînin. Îsraîlê dorpêça Ẍezeyê bêtir kiriye ji yekanî dergehê bazirganîyê-tîcarî Kerm Ebû Salimê ji bilî madeyên xwarin û vexwarinê û dermanan, nahêle tu tiştekî din derbas bibe.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

                    

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.