1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Wanê şofêrekî 12 kes tûşî koronayê kirin
Li Wanê şofêrekî 12 kes tûşî koronayê kirin

Li Wanê şofêrekî 12 kes tûşî koronayê kirin

A+A-

 Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê amarên pêkektina bi vîrusa nû ya koronayê COVID-19 zêde dibin û herî dawî 12 kesên din bi vê vîrusê ketine, ku ji kesekî ve ev vîrus wergirtine.

Li navçeya Tûşba ya parêzgeha Wanê ajokarekî otobêsê ku ser bi kompanyayeke veguhastinê ye û bi mebesta kar ji bajarê Mêrsîn a Tirkiyê ve çûye parêzgeha Wanê, piştî çend rojan ji ber ku rewşa wî ya tendirustiyê xirab bûye, serdana nexweşxaneyê kiriye û piştî ku pişkinînêa koronayê jê re hatiye kirin, encama pişkinîna wî pozîtîv derketiye.

Ji ber tûşbûna wî şofêrî bi koronayê, apartmana ku ew lê dima, hat kerentînekirin.

Herwiha piştî lêkolînan derkete holê, ku di çarçoveya rênimayiyên rûbûrûna koronayê de, dema 14 rojan kerentîn ji wî re hatibû destnîşankirin, lê ji ber ku pabendî rênimayiyên tendirustiyê nebûye û xwe kerentîne nekiriye, 12 kesên din jî tûşî koronayê kirine.

Li aliyekê din, Parêzgariya Wanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku heta niha li vê parêzgehê 503 kes bi koronayê ketine, ji wê hêjmarê 10 kesan canê xwe ji dest dane û 450 kes  ji pêketiyan jî baş bûne.

Herwiha wek tedbîr û di çaroveya rêkarên bo rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê, bi giştî 70 hezar kes li sînorê parêzgeha Wanê hatine kerentînekirin û ji wê hejmarê jî kerentînekirina 19 hezar kesan berdewam e û di jêr çavdêriyê de ne.

Li gor amarên herî dawî yên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha 166 hezar û 422 kes li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa koronayê ketine, ku 4 hezar û 609 kes ji wan canê xwe ji dest dane û 130 hezar û 852 kes jî baş bûne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.