1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Wanê hejmareke gund hatin kerentînkirin
Li Wanê hejmareke gund hatin kerentînkirin

Li Wanê hejmareke gund hatin kerentînkirin

A+A-

Li parêzgehên Wan û Dêrsim ên Bakurê Kurdistanê ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, gund, tax û navçe hatine kerentînkirin.

Li bajarokên Elbak, Çaldiran û Şax ên ser bi parêzgeha Wana Bakurê Kurdistanê ve, du tax û du navçe, li parêzgeha Dêrsimê jî gundekî ser bi bajarokê Mazgêrdê ve hatin kerentînkirin.

Parêzgar û şaredarê Wanê Mihemed Emîn Bîlmez ku weke qeyûm hatiye danîn, heta niha li taxên derve û navendî li Çaldiran, Elbak, Qelqelî  û Mehmûdî ti tûşbûyekî bi vîrusa Koronayê nehatiye destnîşankirin.

Mihemed Emîn Bîlmez amaje bi wê jî kir, taxên Esenbahçe ser bi bajarokê Elbakê û taxa Han ser bi bajarokê Çaldirinê ve û herwiha navçeyên Tellî Kaya û Çemîk li taxa Alabahçe ser bi bajarokêl Şax ve hatine kerentînkirin.

Bîlmez diyar jî kir ku li parêzgeha Wanê, 5 nexweşxane bo çareserkirina Koronayê destnîşan kirine ku 500 qeryola tê de hene bo çavdêriyê û di dabînkirina amûrên henasedanê pirsgirêka wan nîne.

Pazêzgarê Wanê amaje bi wê jî kir, yekemîn tûşbûyê Koronayê li Wanê kesek bû ku ji Umrê vegeriyabû û piştî wergirtina çareseriyê rewşa tendirustiya wî baş e û di nava çend rojan de dê bê vegerindan bo nav kesûkarên xwe.

Mihemed Emîn Bîlmez diyar jî kir ku wan heya niha rê li ber 7 hezar û 500 koçberên neyasayî jî girtine ku dixwestin derbasî wê parêzgehê bibin û her wiha 36 kes jî hatine desteserkirin ku bi rêyên qaçax xelk derbasî bajarê Wanê dikirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.