1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Wanê di malekê de 78 koçber hatin desteserkirin
Li Wanê di malekê de 78 koçber hatin desteserkirin

Li Wanê di malekê de 78 koçber hatin desteserkirin

A+A-

Hêzên Ewlekariya Tirkiyê li navçeya Rêya Armûşê ya ser bi Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di encama operasyonekê de 78 koçber desteserkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Ewlekariya Wanê ve hatiye belav kirin ev demeke wan li dijî  qaçaxiya koçberan li wê  parêzgehê dest bi operasyonan kirine.

Rêveberiya Ewlekariyê ragihandiye ku tîmên wan di çarçoveya wan operasyonan de li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, li ser gumanê di maleke 4 qat de dest bi lêgerînan kirine û di encam de  li qatên 3yem û 4em yên wê malê 78 koçber desteserkirine.

Li gor agahiyan ew penaber bo Navenda Vegerandinê ya  Îderaya Koçberan a Parêzgehê hatine veguhastin û du kes jî bi gumana rêkxistina qaçaxiya koçberan hatine desteserkirin.

Parêzgeha Wanê yek ji wan parêzgehên Bakurê Kurdistanê ye ku beşeke zêde ya sînorê wê ligel Îranê ye ku piraniya koçberên ku ji Efxanistanê tên li ser sînorên vê parêzgehê tên nav Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê. Hikûmeta Tirkiyê hewl dide ji bo rêgirtina li hatina koçberan beşeke zêde ya wan sînoran dîwar bike lê tevî çêkirina dîwaran jî pêla hatina koçberên Efxanî li ser  wî sînorî  berdewam e. Li gor medyaya Tirkiyê, rojane bi sedan koçber piştî meşa bi sedan kilometreyan ji aliyê Îranê ve, di van sînoran re derbas dibin.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.