
Li Swêdê pênc Kurd bûn parlementer
A+A-
Li gor encamên hilbijartinên Parlementoya Swêdê, pênc Kurd bûn parlementerên Swêdê.
Parlementerê Swêdê Cebar Emîn ragihand ku li gor encamên ku heta niha derketine, di xula nû ya parlementoyê de herî kêm pênc Kurd dê bibin parlementer, ew jî Lawên Rêdar, Gulan Avcî, Roza Guçlu Hêdîn, Serkan Kose û Kadir Kasirga.
Cebar Emîn diyar kir ku heta du rojên din cudakirina dengên hilbijartinên Parlementoya Swêdê dê berdewam bibe û ji bilî wan pênc kesan, îhtimal heye çend namzedên din ên Kurd serkeftin bi dest bixin.
Önceki ve Sonraki Haberler
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.