1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Sûrîyeyê Leşkerên Biḥeqdest ên ji Çar Alîyên Dînyayê Hatî Şer Dikin
Li Sûrîyeyê Leşkerên Biḥeqdest ên ji Çar Alîyên Dînyayê Hatî Şer Dikin

Li Sûrîyeyê Leşkerên Biḥeqdest ên ji Çar Alîyên Dînyayê Hatî Şer Dikin

A+A-

 

Sergey Lavrovî Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê li ser li Sûrîyeyê mirina leşkerên biḥeqdest ên Ûris got ku lêpirsînên li ser van angaştan (îddîʕayan) dewam dikin. Lavrov got ku digel ku tu kesekî ew venexwendine (dawet nekirine) jî hêzên taybet ên Fransiz û Îngilîz li Sûrîyeyê ne.

 

Di Kulûba Valdayî ya Dan û Standinê de ev angaşt ji Lavrovî hatin pirsîn, wî ev bersiv da: “Li gora tiştên em dixwînin angaştên wek li Sûrîyeyê kuştina bi sedan, ḥeta bi hezaran leşkerên biḥeqdest ên Ûris hene, ev awa, mixabin bi peydakirina spekulasyonekê li ser şerê hê dewam dike kirina fersendkarîyekê ye. Bi a min ev tiştekî rast nîne.”

Lavrov weha dewam kir: “Lêpirsîn dewam dike. Ka welatîyên Fransa û Îngîltereyê li wê derê çi dikin? Li wê derê kesên hîç venexwendîyên (dawetnekirîyên) ji çar alîyê dinyayê ji ber xwe ve wek leşkerên biḥeqdest û hêzên taybet şer dikin. Fransiz dibêjin divê Îran hêzên xwe yên çekdar û şîretkarên xwe ji Sûrîyeyê vekişînin. Lê dema vê dikin ji bîr dikin ku Îran ji alîyê ḥikûmeta rewa ya Sûrîyeyê ve hatiye vexwendin lê hêzên taybet ên Fransiz ji alîyê hîç kesekî ve nehatine vexwendin.”

Acansa xeberan Reuters (Royterz) hefteya çûyî îddîa kiribû ku ‘300 leşkerên biḥeqdest ên ji bo şîrketên ewlehîya taybet ên Ûrisan kar dikin li Sûrîyeyê di kiçîmeke-êrîşeke asîmanî de mirine yan birîndar bûne’

Berdevkê Wezîrîya Karên Derve ya Rûsyayê Marîya Zaharova jî di şerê Sûrîyeyê de mumkinbûna mirina pênc welatîyên Ûris bi lêv kir û da zanîn ku lêpirsîna li ser awayê mirina van kesên endamê sepeya (ordîya) Ûris hê dewam dike.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

 

                  

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.