1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Sûdanê di xwepêşandanan de 7 kes hatin kuştin
Li Sûdanê di xwepêşandanan de 7 kes hatin kuştin

Li Sûdanê di xwepêşandanan de 7 kes hatin kuştin

A+A-

Li Sûdanê di xwepêşandanên roja yekşemê de li dijî Encûmena Leşkerî, heft kes hatin kuştin û 180 kes jî birîndar bûn.

 

Roja yekşemê li dijî Encûmena Raguzer a Leşkerî ya welatê xwe, bi hezaran Sûdanî daketin ser cadeyên Xertûma paytext.

 

Xwepêşanderan daxwaza hilweşandina Encûmena Leşkerî ya welatê xwe kirin û dixwazin di demeke herî nêz de hikûmeta sivîl li welatê wan were pêkanîn.

 

Di xwepêşandanê de alozî derket û Lijneya Pizîşkên Sûdanê ragihand ku heft xwepêşander li Xertûmê hatine kuştin û zêdetirî 180 kes jî birîndar bûne.

 

Ev xwepêşandan di demekê de ye ku danûstandinên navbera opozisyon û Encûmena Leşkerî a Sûdanê ji bo pêkanîna encûmeneke sivîl, rawestiyane. Opozisyon encûmena leşkerî bi qorixkirina desthilatê tohmetbar dike.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.