1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Li Stenbolê kurd û tirk li hev ketin – kurdek hat kuştin û yek jî birîndar bû
Li Stenbolê kurd û tirk li hev ketin – kurdek hat kuştin û yek jî birîndar bû

Li Stenbolê kurd û tirk li hev ketin – kurdek hat kuştin û yek jî birîndar bû

A+A-

Li taxa Halaskargaziyê ya Stenbolê li ber dergehê meyxaneyekê di navbera heft kurdên başûrê Kurdistanê û yekî tirk de pevçûn çêbû û di encama teqeya polîsekî de du kurdên ko biyarên hev in û xelkê başûrê Kurdistanê ne, yek jê hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gor CNN-Turkê heft kurdên ji başûrê Kurdistanê li taxa Halaskargaziyê ya Stenbolê xwest bikevin meyxaneyekê, nobedarê meyxaneyê nehêşt derbasî hundir bibin û di encamê de pevçûn di navbera herdu aliyan de çêbû. Paşê polîsekî mudaxeleyî bûyerê kir û teq li wan heft kurdan kir. Di encamê de du ji wan ko biyayên hev in (Tehsîn û Muhsîn Teha) birîndar bûn. Paşê li nexweşxaneyê Muhsîn (30) jiyana xwe ji dest da.

Di bûyerê de nobedarê meyxaneyê yê bi navê Gokhan Karabulut hat kêr kirin û ew bi birînên wî ve birin nexweşxaneyê.

Piştî bûyerê polîsê bajêr, yên ko destê wan di bûyerê de hebû, tevî polîsê ko teqe kirî, girt. Ewlekariya Stenbolê da zanîn ko polîsê di bûyerê de teqe kiriye, ser bi ewlekariya bajarê Uşaxeyê ya Stenbolê ye û teqekirina wî jî ne di dema dewama fermî de bû, belku ji ber karekî bijîşkî di iznê de bû.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.