
Li Stenbolê alarma baran û lehiyê!
A+A-
Li Stenbolê baraneke boş û zîpikên qasî gûzan bariyan. Gelek geşt û seferên esmanî û deryayî hatin sekinandin.
Piştî barîna baran û zipikan (teyrok), geştên esmanî yên Firokexaneya Atatirk a Stenbolê hatin rawestandin, seferên metroyê hatin betalkirin û trafîka Stenbolê sekinî.
Herwiha ji ber baran û zipîkan li Stenbolê seferên keştiyan jî nehatin pêkanîn.
Weke din li Lîmana Haydarpaşayê jî danê êvarê vînçek kete ser bermîlên rûn û bermîl teqiyan. Piştî teqînê agir derket û tîmên agirkuj hatin cihê bûyerê û agir tefandin.
Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ya Tirkiyê jî bi daxuyaniyeke nivîskî hişyar kir, ku li bakurê rojavayê Tirkiyê baranên boş têne payîn û ji ber vê jî divê welatî li hember îhtîmala lehî û brûskan haydar bin.
Etiketler : İstanbul fırtına
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.