Li Stenbolê 15 siyasetmedarên kurd hatin girtin
Li Stenbolê ji 51 siyasetmedarên kurd ên binçavkirî 15 yê wan hatin girtin.
A+A-
2yê Cotmehê de li gelek navçeyên Stenbolê polêsan avêtbûn ser gelek malan û bi dehan siyasetmedarên kurd binçav kiribûn.
Dozgeriyê piştî îfadeya kesên biçavkirî girt 24 kesan serbest berda û 27 kesan jî bi daxwaza girtinê sewqî edlîyeyê kir.
Hat ragihandin ku ji 27 kesên sewqî edlîyeyê kirine 15 ji wan hatine girtin.
Navên siyasetmedarên kurd ên hatine girtin wiha ne:
‘Ayşe Karadag, Tengazer Yılmaz, Meliha Varişli, Ramazan Kirkpinar, Senar Ok, Emin Ang, Subutay Açik, Zafer Kirik, İsmail Kurt, Betül Katurman, Hüseyin Güngor, Seyfettin Peker, Emin Acar, Abdurrahim Yazol û Cafer Aydogmuş'
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.