1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Sêwasê otomobîl wergeriya: 8 kes bûn qurbanî
Li Sêwasê otomobîl wergeriya: 8 kes bûn qurbanî

Li Sêwasê otomobîl wergeriya: 8 kes bûn qurbanî

A+A-

Li navçeya Şarqijeyê ya Sêwasa Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di qezayê bav û 2 kurên wî canê xwe ji dest dan, jê 2 zarok bi tevahî 5 kes jî birîndar bûn. 

Li gor agahiyên berdest, otomobîla ku pîleqeya 16 BLA 93 û Fatih Umuç (23) diajot li ser rêya Pinarbaşiyê nêzîkî navçeya Şarqijeyê ji rê derket û wergeriya çêm.

Di qezayê de Hakan (35) û kurê wî Yunus Emre Umuç (1) li cihê bûyerê mirin. 

Ji zarokên birîndar Yusuf Kenan Umuç jî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Xizmetên Tenduristiyê ya Zanîngeha Cumhuriyêtê cane xwe ji dest da. 

Herwiha di bûyerê de Hîcran (33), Sibel Erva Dalga (3) û Aysun (32), Yavuz Selîm (9) û Fatih Umuç (23) jî birîndar bûn. Birîndar ewil bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şarkişlayê û piştra bo nexweşxaneyên bajêr yên din hatin veguhestin. 

Hat ragihandin ku rewşa Aysun û kurê wê Yavuz Selîm Umuç jî dijwar e. 

Li gor agahiyan malbat ji Hatayê bi rê ket û dixwest biçe Qersê. 

Etiketler :

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.