1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li ser Kongresa Amerîkayê êriş
Li ser Kongresa Amerîkayê êriş

Li ser Kongresa Amerîkayê êriş

A+A-

Di êrîşeke li ser Kongresa Amerikayê polîsek û kesê êrîşkar hatin kuştin, ji ber vê bûyerê hemû avahiyên kongresê ji ber gefa ewlehiya derve hatin girtin.

Kesekî bi otombêlê xwe xiste nav polîsên zêrevanên avahiya Kongresê û di encam de polîsek hat kuştin û yek din jî birîndar bû, piştî birîndarbûn û girtinê, ajokarê otombêlê canê xwe ji dest da.

Polîsên Kongresê piştî bûyerê ragihand, kesekî bi otombêlê xwe li du efserên polîsan xistiye û piştra ew kes ji otombêla xwe hatiye xwar û xwestiye bi kêrê êrîşî polîsan bike û ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.

Srokê Amerîka jî serxweşî li malbata polîsê ku hatiye kuştin xwest û ragihand, wî ji ber kuştina wî polîsî xemgîn e ye û selametiyê ji polîsê birîndar re dixwaze.

Li ser vê yekê hemû avahiyên kongresê ji ber gefa ewlehiya derve ji bo ketin û derketinê hatin girtin.

Li aliyê din ji ber bûyerê ji ber bûyerê rûniştinên li Senato û Civata Nûneran hatin sekinandin.

Di 6ê Çileya 2021an de aligirên Donald Trump bi ser Kongresê de girtibûn û di bûyerê de 5 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.